Ji Newaya Jin dosyaya taybet: Komkujiyên Parîs û Silopyayê 2025-12-30 15:45:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara taybet a rojnameya Newaya Jin derket. Di hejmara taybet a 250’an de, sernavên komkujiyên Parîs, Silopya, azadiya jin, xweparastin û têkoşîna bîr û hiqûqî hate destgirtin.   Hejmara taybet a 250’an a rojnameya Newaya Jin, gotina Sakîne Cansiz a "Têkoşîna me dijwar, balkêş û pêkhêner e" kir berga xwe. Di hejmara teybet de komkujiyên Parîs û Silopyayê di nav de, bîra têkoşîna azadiya jinê, berxwedan û asta wê ya hiqûqî bi awayek berfireh girt dest.    Komkujiyên Çileya 2013 û Kanûna 2022 a Parîsê, Çileya 20216’an a Silopya hatî jiyîn di sernavê bingehîn ên dosyaya taybet de cih girt. Di dosyayê de, ji derveyî têkoşîna hiqûqî û civakî ku piştî komkujiyan hatî meşandin, sernavên jiyana têkoşîna yên ku hatin qetilkirin, azadiya jinê, xweparastin û bîra kolektîf cih girtin.   Di 9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê, ji avakerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatibûn qetilkirin. Di 4’ê Çileya 2016’an de endama Meclîsa Partiya DBP’ê Sêvê Demîr, hevseroka meclîsa gel Pakîze Nayir û aktivîsta KJA Fatma Uyar li Silopya hatin qetilkirin. Di 23’ê Kanûna 2022’an de pêşenga Tevgera Azadiya Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), welatparêz Abdurehman Kizil û hunermend Mîr Perwer di êrîşa ku wek ‘komkujiya duyem a Parîsê’ tê zanîn de hatin qetilkirin.   Di hejmara taybet de, têkoşîna piştî van komkujiyan, pirsgirêkên ku di pêvajoyên hiqûqî de hatin jiyîn, encamên ku bi têkoşîna jinan derketine holê, ji aliyê nivîskarên cûda ve hatin nirxandin.   Nivîsên ku di rojnemyê de cih girtin, asta hiqûqî ya komkujiyên Parîs, pratîkên têkoşîna jinan, têkiliya têkoşîn û bîrê, mîrasa têkoşîna Sakîne Cansiz û têkoşîna azadî û xweparastina jinên Kurd bi sernavên cûda hate girtina dest. Di heman demê de nivîsên derbarê şoreşa jinê, exlaqê şoreşger, berxwedana xweparastinê, pêşengtiya jinên ciwan, têkoşîna jinê ya di qada dîplomasî û berxwedana jinan cih girt.   Di hejmara taybet de, dahûrandinên Abdullah Ocalan ên derbarê azadiya jinê de di malpera Formê de hate weşandin, nivîsên ku ji rojnivîsên Sakîne Cansiz hatin berhevkirin hate weşandin. Ji derveyî vê, nirxandinên derbarê berxwedana jinê ya ji Kurdistanê dirêjî Emerîkaya Latîn dibe, têkoşîna ekolojîk û pirsgirêkên jinan di nava naverokê balkêş ên hejmara teybet de cihê xwe girt.