IFJ: Dı salekê de 128 rojnamevan hatin kuştin 2026-01-01 13:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN  -  Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) têkildarî sala 2025’an raporek weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê 128 rojnamevan hatin qetilkirin.   Li cîhanê belavbûna şerê çekdarî, kûrbûna bêîstiqrariya siyasî û zêdebûna astengiyên li hemberî rojnamevanan, xeteriyên ji bo kedkarên medyayê her roja borî mezin dike. Li gorî daneyên IFJ’ê, ji nîviyê zêdetir rojnamevanên ku sala 2025’an jiyana xwe ji dest dane, li Rojhilata Navîn hatin qetilkirin.   Sekreteriya Giştî ya IFJ’ê bi taybetî bal kişand ser windahiyên li Fîlîstînê û destnîşan kir ku 56 rojnamevan di nava demek kurt de û li erdnîgariyeke bi sînor hatin qetilkirin.   Di raporê de, domkirina polîtîkaya bêcezatiyê ya di sûcên li dijî rojnamevanan de, bi gotinên tund hate rexnekirin. Li gorî raporê li seranserî cîhanê hîna 533 rojnamevan di girtîgehê de ne.   Li aliyê din di raporê de hate ragihandin ku daneyên saziyên navneteweyî yên têkildarî mirinên rojnamevanan, ji hevdû cuda ne. Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku sala 2025’an 67 rojnamevan hatine qetilkirin, UNESCO belge kir ku di heman salê de 93 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. IFJ’ê diyar kir ku ev ferq çavkaniya xwe ji rêbazên saziyan ên ji bo komkirina daneyan, digire.   IFJ’ê bang li hikûmetan û saziyên navneteweyî kir ku rojnamevanan biparêzin, faîlan bidarizînin û têkildarî têkoşîna li dijî bêcezatiyê gavên şênber bavêjin.