Berxwedana Sêvê Demîr li her derê ye 2026-01-02 09:03:28   Rozerîn Gultekîn   WAN-Sêvê Demîr a riya wê heqîqet bû , têkoşîna li pey xwe hişt li her derê bilind dibe.    Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di qedexeyên derketina derve ya 14’ê Kanûna 2015’an de hat îlankirin gelek kes hatin qetilkirin. Di pêvajoya ku qedexe berdewam dikirin de di 4’ê Çileyê 2016’an de  endama Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya herêmên Demokratîk(DBP) Sêvê Demîr, Endama Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir bi guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin hatin qetilirin. Sê jinên têkoşer di bîra gel de cihê xwe girtin.   Têkoşîna bi lêpirsîna ‘çima li me wisa dikin? destpê kir   Sêvê Demîr li Gundê Şûtê yê Stewra Mêrdînê di 1977’an de hat dinê. Ew sirguna ku ji aliyê dewletê ve li kurdan tê ferzkirin di salên dawî yen 90'î de dibînin. Malbat berê diçe Amedê piştre diça Manisayê. Tevî jiyana sirgunê jî Sêvê dev ji nasnameya xwe û xebatan bernade. Bi lêpirsîna ‘çima li ime wisa dikin’ têdikoşe.   Jina bû pêşeng   Sêvê Demîr ku girêdayê têkoşîna gelê Kurd bû di HADEP, DEHAP, KCD, BDP û DBP'ê de xebatên xwe didomandin. Hem di nava partiyên siyasî hem jî di nava têkoşîna jinan de cihê xwe digire. Sêvê  Demîr di heman demê de di nava DOKH'ê de jî cihê xwe digire. Sêvê Demîr  di warê rêxistinbûyin û zanebûnê de bandorê li gelek jinan dike. Heta tê qetilkirin jî têkoşîna xwe didomîne.   Li dijî komployê têkoşîna xwe mezin kir   Di sala 2002'yan de bi awayekî çalak tevlî xebatan dibe. Sêvê ji ber wekî endama Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) xebat dida meşandin bi operasyona di bin navê "KCK" de hat girtin. Di 12'yê Îlona 2012'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevli çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger bû. Piştî ji girtîgehê derdikeve wekî endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Şirnex û Mêrdînê dest bi xebatan dike. Di 4'ê Kanûna 2015'an de di dema qedexeya derketina derve de çû herêmê.   Riya wê heqîqet bû   Hevalên wê bi gotinên wekê ‘Jinek kedkar bû, riya wê her tim heqîqet bû, têkoşîna azadiya jinê çawa dihat meşandin, rê û rêbazên wê çi ne? Ev bersiv di kesayeta wê de hebûn. Çi dibû bila bibûna hevalên xwe tenê nedihiştın’ vedibêjin û bi bîr tînin.   Hedef hat girtin   Sêvê Demîr bandor li ser gelek hevalên xwe yên jin kir, piştî hat qetilkirin berxwedana wê bû hinceta mezinkirina berxwedana jinan. Têkoşîna Sêvê Demîr hîna jî ji jinan re pêşengiyê dike.Têkoşîn û rihê berxwedana Sêvê Demîr li her derê Kurdistanê ye.