Protestoyên li Îranê dewam dikin 2026-01-02 13:11:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku li Îranê di protestoyên ku ji ber krîza aborî ya kûr dibe dest pê kirin û ev heft roj in dewam dikin de 1 jê zarok 8 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li Îranê protestoyên ku ji aliyê esnafên Sûka Tehranê ve yên li hemberî kêmbûna nirxê riyalê ya li hemberî dowîzê û zêdebûna buhayê tiştan hate destpêkirin, li seranserê welêt belav bûn. Protestoyan li bazara telefonên bêrîka dest pê kir, piştre belav bû bajarên weke Karac, Şîraz, Îsfehan, Meşhed, Kirman û Keşmê û di rojên dawîn de li zanîngehan jî protesto tên lidarxistin.    Piştî ku li zanîngehan jî protesto hatin lidarxistin Serkkomarê Îranê Mesut Pezeşkiyan duh daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zanîngeh û saziyên dewletê bi hinceta ‘’teserûfa enerjiyê’’ demkî hatine girtin.   Li Îranê ku enflasyon gihîştiye ji sedî 52’yan û riyal li hemberî dolarî daketiye asta 1 milyon 400 hezarî, navên kesên ku di protestoyên ku ev şeş roj in berdewam dikin de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin. Li gorî vê yekê; Li bajarê Fuladşehir ê Îsfahanê Daryuş Ansarî Bahtiyarvend (37), li bajarê Kuhdeşt ê Lorestanê Emir Hesam Hudayariferd (22), li bajarê Eznayê Şayan Esedullahi (28) û Mustafa Fallahi (15), li Çarmahal û Lordegana girêdayî Bextiyariyê Ahmed Celil (21) û Seccad Valameneş Zilayi (28) û li bajarê Mervdeşt ê girêdayî eyaleta Fars jî Xodadad Şirvani jiyana xwe ji dest dane.    Fikar hene ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibin û hate ragihandin ku di çarçoveya protestoyan de heta niha 29 welatî hatine binçavirin.     Di protestoyan de li gel daxwazên aborî li dijî zexta polîtîk a li welêt zêde dibe jî nerazîbûn hatin nîşandan. Hate ragihandin ku dirûşmeyên di pêvajoya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin de yên weke ‘’Ji dîktatorî re mirin’’, ‘’Netirsin em hemû bi hev re ne’’ û ‘’Ne Xeze ne Libnan ez ê xwe ji bo Îranê feda bikim’’ di protestoyan de hatine berzkirin.    Her wiha Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump hişyarî da ku ege li dijî protestoyên li Îranê  tundî were bikaranîn ew amade ne ku mudaxeleyê bikin.    Serokê DYE’yê Donald Trump li ser medyaya dijîtal Truth Socialê daxuyaniyek da û got: "Eger Îran guleyan berde ser xwepêşanderên aştîxwaz û wan bi tundiyê bikuje wê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê were alîkariya wan. Em amade ne, çekên me hene û em amade ne mudaxeleyê bikin."