Dîba Keskîn: Hewcedariya me bi yekitiyê heye 2026-04-06 09:02:56   Rozerîn Gultekîn   WAN - Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn da zanîn ku ji bo avakirina civaka demokratîk yekitiya neteweyî girîng e û got: “Divê gelê Kurd yên li çar welatan hatiye parvekirin bibin yek. Rakirina sînorên dewletan zehmet bin jî, divê sînorên di dil û zîhnan de bên rakirin. Wê demê wê pêvajoya yekitiya kurdan pêş bikeve û bigihêje armanca xwe.”   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev saleke didome û yek ji bangên tên kirin pêkhatina yekitiya neteweyî ye. Tê diyarkirin ku di avakirina civaka demokratîk de yekitiya neteweyî girînge û ji bo 100 saleke din ya înkarkirinê tunebe divê yekitî pêk bê. Gel vê daxwaza xwe bi awayekî xurt tîne ziman û xebatên xwe di vî alî de dimeşînin. Newroza 2026’an Newroza yekitiya neteweyî hat îlankirin û Platforma Yekitiya Jinan a Kurd jî konferans pêk anî û da zanîn ku divê jin rola pêşeng di yekitiyê de bikin dewrê. Herî dawî li Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Yeke yeke, gelê Kurd yeke’ projeya yekitiya neteweyî hat destpêkirin. Sekreterya Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Dîba Keskîn der barê girîngiya yekitiya neteweyî ya ku daxwazeke xurt de nirxandin kir.   ‘Yekitî ancax bi yekitiya gelan pêkane’   Dîba Keskîn daxuyakirin ku piştî şerên pêk hatine bi sînorên nû re Kurdistan li çar parçeyan hatiye veqetandin û hêzên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe hewl dane qedera Kurdan tayîn bikin. Dîba Keskîn wiha got: “Piştî 100 salî hîna jî şerên hegemonan didome. Dixwazin sînoran ji nûve biguherin. Ger yekitiya gel xurt be wê vê pêvajoyê de ji bo wan destkeftî be. Vê pêvajoyê de divê gelê Kurd yekitiya xwe pêk bîne. Divê gelê Kurd yên her parçeyê bibin yek. Rakirina sînorên dewletan zehmet bin jî rakirina sînorên di zîhn û dilan de pêkane. Divê Kurd yekitiya xwe pêk bînin. Ji me re yekitî pêwiste. Bi qasî nan û avê girîng e. Kurd nebin yek wê ji hev re biyanî bin. Rêberê gelê Kurd jî dibêje ger îcar yekitî pêk neyê wê li hev biyanî bin. 100 sal wisa derbas bûye bila 100 salên din jî wisa derbas nebe. Bila zarokên me êşê nekşînin.”   ‘Wê yekitiya Kurdan pêvajoyê pêş bixîne bi encam bike’   Dîba Keskîn bi lêv kir ku ji roja însiyatîf hatiye avakirin heta niha jib o civakek demokratîk û azad têdikoşin û wiha domand: “Heman demê de bi dirûşmeya ‘yeke yeke, gelê Kurd yek e’ nêzî 200 kesî  piştgirî dan projeya yekitiya neteweyî. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî wê bi yekitiya neteweyî û têkoşîna gel xurt bibe û bigihêje serkeftinê. Divê qanûn bên derxistin meclîs bixebite. Yekitiya Kurd wê pêvajoya çareseriyê peş bixîne û bigihêje armancê.”