Li Îranê jinek hat girtin 2026-04-09 21:30:28   NAVENDA NÛÇEYAN- Zeyneb Azîzî û Sîrvan Emînî ku li Sîneyê dijîn bêyî biryara darazê hatin binçavkirin û şandin girtîgehê.   Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafê Mirovan a Îranê (HRANA) da zanîn ku Zeyneb Azîzî û Sîrvan Emînî ku li Sîneyê dijîn bêyî biryara darazê hatin binçavkirin û girtin.   Li gorî HRANA’yê Zeynep Azîzî û Sîrvan Emînî piştî binçavkirinê ji hevdîtina parêzeran bêpar hatine hiştin û sewqê girtîgeha Sîneyê hatine kirin. Hat hînbûn ku sedama binçavkirinê bikaranîna ekîpmanên uyduyê ya Starlîkin.