Ji Koma Berxwedan straneke nû: Rojava Rojhilat e Kurdistan Yek Welat e 2026-04-14 12:41:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Berxwedan ku piştî demek dirêj cardin ji nûve sazbûna xwe ragihand straneke nû ya yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd vedibêje çê kir.   Koma Berxwedan ku piştî demek dirêj di meha Adarê de cardin ji nûve sazbûna xwe ragihandibû, bi stranek nû derket pêxberî hezkerên mûzîkê. Komê piştî ji nûve sazbûnê yekem strana xwe li ser yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd çê kir. Di strana bi navê, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” de girîngiya yekîtiya neteweyî û têkoşîna azadiya Kurdistanê tê vegotin. Stran bi slogana ku di dema berxwedana Rojavayê Kurdistanê de derketî pêş a wekî, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e” bi dawî dibe.   Gotinên strana di Stêrk Tvyê de hate pêşkêşkirin wiha ne:   Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e Bakur, Başûr pêkve Dibe yek xebat e   Rojava, Rojhilat e Kurdistan yek welat e Bakur, Başûr pêkve Dibe yek xebat e   Şer qedera dîrokê Sed sal e ew bindest e Parçe kirin welatê me Kirin çar parçe   Şer qedera dîrokê Sed sal e ew bindest e Parçe kirin welatê me Kirin çar parçe   Rabûn, rabûn, rabûn e Niştimanperwer, şoreşger Têkoşerên Kurdistan Raperîn, bûn şêr   Rabûn, rabûn, rabûn e Niştimanperwer, şoreşger Têkoşerên Kurdistan Raperîn, bûn şêr   Sedsala bîstan borî Sedsala bîst û yekê ye Cîhan hemî dizane Kurdistan yek welat e   Sedsala bîstan borî Sedsala bîst û yekê ye Cîhan hemî dizane Kurdistan yek welat e   Ji cîhanê seraser Kurd rabûn ser xwe Bû yek deng, bû yek reng Kurd tev de bûn yek   Ji cîhanê seraser Kurd rabûn ser xwe Bû yek deng, bû yek reng Kurd tev de bûn yek   Kurdistan yek welat e Kurdistan yek welat e Kurdistan yek welat e Kurdistan yek welat e Kurdistan yek welat e