Parêstvanê Tûncay Sonel hat girtin 2026-04-18 15:06:15   DÊRSIM - Parêstvanê waliyê bere Tûncay Sonel ê di çarçoveya lêpisîna Gulistan Dokû de hat girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna der barê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokûyê de, Şukru Eroglû, parêstvanê waliyê wê demê yê Dêrsimê Tûncay Sonel, hat girtin. Şukru Eroglû ku piştî îfadeya li dozgeriyê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hat kirin, bi sûcê "kuştina qesdî" hat girtin. Bi vî awayî hejmara kesên ku di çarçoveya dosyeyê de hatin girtin gihîşt 9'an.   Her wiha lêpirsîna kurê Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî didome.