‘Bila dibistana li Mereşê bibe muzeya tundiyê’ 2026-04-19 09:02:30   Gulîstan Gulmuş   MEREŞ - Sekretera Perwerde û Hîndekariya Bilind a Giştî ya Egîtîm Senê Evrîm Gulez der barê êrîşa li hember dibistana li Mereşê axivî û got: “Hewce bike bila ev dibistan bibe muzeya tundiyê. Bila wek cihekî ku hişmendiya li dijî tundiyê tê avakirin, bê bikaranîn. Em naxwazin wek hawireke perwerdehiyê bê bikaranîn.”   Li Mereşê di 15’ê Nîsanê de di encama êrîşa li hember dibistanekê de gelek kes birîndar bûn. Ji birîndaran  9 jê zarok yek mamoste 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Êrîşa li dijî dibistanê li gelek bajaran hat şermezarkirin. Yek ji saziyên ku bertek nîşan da û şermezar kir Sendîka Perwerde û Zanistê (Egitîm Sen) bû. Egîtîm Sendê di 17’ê Nîsanê de bi armanca bertek nîşanî êrîşa li Mereşê bide  li ber Dibistana Ayser Çalik a navçeya 12 Şubatê daxuyanî da.   Der barê êrîşa pêk hatiye de Sekretera Perwerde û Hîndekariya Bilind a Giştî ya Egîtîm Senê Evrîm Gulez ji ajansa me re axivî.   ‘Dibistan veguherîne cihên bê pêşeroj’   Evrîm Gulez daxuyakirin ku tundî pir alî didome û  got êrîşên Sêwereg û Mereşê ji vê xeleka tundiyê serbixwe nînin û wiha dirêjî dayê: “Beriya her tiştî divê şertên newekhev, dûrxistina zarokan a ji dibistanan û hemû pirsgirêkên din bên çareserkirin. Dibistan li şûna perwerdehiyeke zanistî bi zimanê dayikê bide, veguheriye cihên bê pêşeroj-. Zarok bi hevalên xwe re dikevin hevrikiyê. Jiyana wan bi pêşbirk û ezmûnan derbas dibe. Divê hawirê de em nikarin tundiyê li ser du bûyeran pênase bikin. em nikarin li ser van her du bûyeran bikevin lêgerîna çareseriyê.”   ‘Divê çareserî bê afirandin’   Evrîm Gulez destnîşan kir ku piştî vê bûyerê wek Egîtîm Sen daxwaza wan ev e ku wezîrê perwerdê Yusuf Tekîn îstîfa bike û wiha bi lêv kir: “Wezareta perwerdehî û desthilatdarî ger ku bixwaze ji vê tundiya di perwerdehiyê de çareser bike divê ewiel guh bide xwendekar, mablat, mamoste û kedkarên perwerdehiyê. Mirov çûne ber wezaretê lê muxatab nabînin. Ji bo bilî gotina ez xemgînim ya wezîr divê gavên şênber bên avêtin.”   ‘Em naxwazin ew der wek dibistan bê bikaranîn’   Evrîm Gulez destnîşan kir ku piştî erdheja 6’ê Sibatê ya li Mereşê hatiye jiyîn şûnde êrîşa li dibistanê hatiye jiyîn bi zarokan re travmayek nû afirandiye û got: “Divê wezareta perwerde û wezaretên din di vê mijarê de  her tiştî bi awayekî cidî li ber çavan derbas bikin. Divê mudaxaleyên pêwist bikin. Divê piştgiriya psîkolojîk bidin xwendekar û mamosteyan. Niha roja duşemê wê dibistan vebibin. Gelo hûn çawa dipên ku mamoste û xwendekar biçin wê dibistanê? Hewce bike bila ev dibistan bibe muzeya tundiyê. Bila wek cihekî ku hişmendiya li dijî tundiyê tê avakirin, bê bikaranîn. Em naxwazin wek hawireke perwerdehiyê bê bikaranîn.”