Di doza Gulistan Doku de di hefteyekê de çi qewimî 2026-04-20 10:31:41   Rojda Aydin – Şehrîban Aslan   DÊRSIM - Di lêpirsîna windabûna Gulîstan Doku de ku bi salan e wekî “winda” maye, pêşketinên nû derdikevin holê. Binçavkirin, girtin û delîlên nû derketin holê rêça lêpirsînê guhertin.    Xwendekara Zanîngeha Munzur Gulîstan Doku di 5’ê Çileya 2020’an de li Dêrsimê bi awayek gumanbar winda bû. Piştî ku malbata Gulîstan Doku di heman roja windabûna wê de çû Dêrsimê û “gilînameya windabûnê” da, xebatên lêgerînê dest pê kirin. Lêkolînan eşkere kir ku telefona desta ya Gulîstan Doku herî dawî li Viyaduga Sarisaltuk a li ser Gola Bendava Uzunçayirê hatiye dîtin. Bi berçavgirtina îhtîmala ku wê xwe avêtibe nav avê, xebatên lêgerînê li Çemê Mûnzûrê hatin kirin; lêbelê, tu şop nehat dîtin. Tevî hemû daxwazên malbat û parêzeran, ji bo Gulîstan Doku li bejahî tu xebatên lêgerînê nehatin kirin û rayedarên dewletê bi israr îdia kirin ku ew “di nav avê de ye”, lê lêpirsînek berfireh nekirin.   13 kes hatin binçavkirin   Di hefteyekê de di lêpirsîna Gulîstan Doku de pêşketinên girîng qewimîn. Doza ku demek dirêje nehat encamkirin, di 13’yê Nîsanê de bi delîlên nû û operasyonan dîsa ket rojevê. Di çarçoveya lêpirsînê de li 7 bajaran operasyonên hevdem hatin lidarxistin. Di nav wan de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê deme Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel, parasvanê wî Şukru Eroglu, Zaînal Abakarov û 10 kesên din hatin binçavkirin.   10 kes hat girtin, 3 kes hatin berdan   Parasvanê Tuncay Sonel, Şukru Eroglu, Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi bi sûcê “kuştina bi qestî”, kurê walî Mustafa Turkay Sonel jî bi sûcên “kuştina bi qestî” û “Destdirêjiya cinsî” hatin girtin. Her wiha polîsê berê Gokhan Ertok, Celal Altaş, Nurşen Arikan, Ferhat Guven, Cemîle Yucer, Engîn Yucer ve Zaînal Abakarov jî hatin girtin. Her wiha Ugurcan Açikgoz, berpirsyarên qemereyên Zanîngeha Munzurê Suleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi şertên kontrola edlî hatin berdan.   Walî Tuncay Sonel hat binçavkirin   Pêşveçûnek din a girîng di dozê de ji lêkoşînên dîjîtal hat. Lêkolînên teknîkî eşkere kirin ku piştî windabûna Gulîstan Doku hemû delîl, ji daneyên dîjîtal û tomarên nexweşxaneyê bigire heya dîmenên kameraya zanîngehê hatine jêbirin. Walî Tuncay Sonel di 17’ê Nîsanê de li Xarpêtê otela ku lê dima bi nasnameya sexte hat binçavkirin û wî birin Erziromê. Bi vê yekê re li Tirkiyeyê cara yekem waliyek hat binçavkirin. Di heman demê de, Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr jî li Bursayê hat binçavkirin û wî anîn Dêrsimê. Bendê ne ku îfadeya Çagdaş Ozdemîr li dozgeriya Edliya Dêrsimê bê girtin.   Gulîstan Doku hat qetilkirin!   Agahiyek girîng yek jî ew e ku gumanbarê dosyeyê de Umut Altaş jî reviye Amerîkayê û bi birayê xwe Sîdar Altaş re behsa hemû tiştî kiriye. Sîdar Altaş bi dîmenek 40 deqeyî de îtîraf kir ku Gulîstan Doku, ji aliyê Mustafa Turkay Sonel ve hatiye qetilkirin. Sîdar Altaş, destnîşan kir ku Mustafa Turkay Sonel tecawizê Gulîstan Doku kiriye û di encamê de ducanî maye û piştre jî qetilkiriye.   ‘Li vê derê komarek nû ava kiriye’   Di lêpirsîna Gulîstan Doku de ku agahiyên nû derdikevin holê, malbata Doku bertekên xwe nişandan û gotin, “Tuncay Sonel li vê derê ji xwe re komarek nû ava kiriye.”   Lêpirsîna ku bi salan li ser “îhtîmala întîxarê” disekinî, bi pêşketinên dawî re rêyek cûda girt. Li gorî delîlên nû û îfadeyên şahidan, doz niha bi giranî nîşan dide ku Gulîstan Doku hatiye qetilkirin. Ev pêşketinên hefteyekê nîşan didin ku doza Gulîstan Doku ketiye qonaxeke krîtîk. Encama lêkolînê di rojên pêş de bi meraq tê hêvîkirin.   Rapora istasyona bazê   Rapora kurtkirî ya pispor li dosyayê hat zêdekirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku telefonên Gulîstan Doku û gumanbaran di heman demê de li nêzî Navenda Ciwanan sînyalan dane. Lêbelê, em dikarin bibêjin ku her tiştê ku kiryaran înkar kirine hatiye eşkerekirin.