Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Pêvajo bê qanûn e 2026-04-25 09:04:10   Melek Avci   ENQERE - Serokwekîla koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku ji ber derengketina sererastkirinên qanûnî, pêvajo ‘bê qanûn’ tên hiştin û ev jî mayîndebûnê dike rîskê. Gulîstan Kiliç Koçyîgît got desthilatdariya ku gotiye wê hefteya duyemîn a meha nîsanê dest bi xebatên qanûnê bikin hîna tiştek nekiriye.   Tevî rapora Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li meclîsê hat qebûlkirin jî hîna gavek şênber nehatiye avêtin. Tevî hevdîtinên Îmraliyê û serdanên siyasî didomin, hîna gavek şênber nehatiye avêtin, sererastkirinên qanûnî neketine jiyanê û desthiladarî di vê mijarê de tu pêşketinê nîşan nade.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê û endama Komîsyona Meclîsê Gulîstan Kiliç Koçyîgit der barê pêvajoya ku ketiye dema rawestinê de nirxandin kir.    ‘Divê nexşerê bikeve pratîkê’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît di destpêka axaftina xwe de balkişand ser xitiminîna pêvajoyê û di vê mijarê de wiha got: “Di esasê de nokteya me ya hevpar heye. Hem desthilatdarî, hem muxalefet û hem jî meclîs, raporek me ya hevpar heye. Rapora komîsyonê ya di 18’yê Sibatê de hat erêkirin. Ev me hemûyan di nokteya hevpar de tîne gel hev. Tevî rexne û îtîrazên me bi mutabakatekê derket holê. Sernavên 6’emîn û 7’emîn ji bo me hemûyan nexşerêyekê pêşkêş dike. Pir zelal û aşkera ye: Di alî pêvajoyê de gelek girîng e. Di van sernavan de pêşketin hebe wê pêvajo pêş bikeve. Divê em vê nexşerê bikin pratîkê.”    ‘Hinceta demokrasiyê tuneye’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît der barê pêşniyarên di raporê de hatine kirin û heta niha çima neketiye jiyanê de jî wiha vegot: “Sernavên 6 û 7’an. Divê bi du awayî bên destgirtin. Sernavek pêşniyara ku divê Tirkiye rêbazên xwe yên hiqûqî û îçtîhatên xwecihî pêk bîne, dike. Ligel vê tu mantiq taloqkirina vê nahewîne. Hinceta demorkasiyê tuneye. Hinceta pêknehatina qanûnan, destûra bingehîn û biryarên DMME’yê tuneye. Pêşniyarên di bin sernavê demokratîkbûnê de, ji vekişandina qeyûman bigirin heta pêkanîna biryarên DMME-DBB’ê, berdana girtiyan û gelekên din divê bi lez pêk bên. Bi rastî em neavêtina gavê ya di vê mijarê de fêm nakin. Hinceta van tuneye. Bila yek ji hikûmetê derkeve bêje em pêk naynin. Bila bêjin em ji ber vê sedemê biryarên dadgeha destûra bingehîn pêk naynin. Nikarin bêjin. Destûra Bingehîn her kesî esas digire. Di vî alî de hinceta pêknehatina destûra bingehîn tuneye.”   Gulîstan Kiliç Koçyîgît wiha berdewam kir: “Îro civak piştgiriya mezin dide pêvajoyê lê bêbaweriyeke mezin heye. Ya ku bêbaweriyê kûr dike pratîkên desthilatdariyê ne. Ya pirsgirêkê ji holê rabike, baweriya ku hikûmet dide civakê ye. Divê ji bo mayîndebûna aştiyê hewldan hebin.”   ‘Divê gotinên me baş bên fêmkirin’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser zimanê berdevkên desthilatdariyê ku DEM Partiyê sûcdar dikin û wiha bi lêv kir: “Em sêyemîn partiya mezin a meclîsê ne. Bêguman em berpirsyariyê didin desthilatdariyê û dewletê. Di vê pêvajoyê de her kes xwedî bepirsyarî ye. Piraniya meclîsê di destê destilatdariyê de ye. Em bi dehan sedan pêşnûmeyan didin wan. Ka yên me dibin qanûn. Na nabin. Çima? Ji ber piraniyek me ya têr tuneye. Lê hikûmet her roj qanûnekê derdixe. Bê guman em jî ji bo berpirsyarî bê cih li her derê li her platformê gotina xwe dibêjin. Hişariyan dikin. Li şûna ev wek neyînî bê dîtin divê li cihekî ku berpirsyariya xwe bînin cih bê dîtin û fêmkirin. Di vir de pirsgirêk heye. Bendewariya me jî ev e ku hewcedariyên pêvajoyê, bendewariyên gel bên dîtin. Ji vê xwezayîtir çi heye gelo? Gotina ‘bila qeyûm bên kişandin’, ‘bila biryarên DDB’ê bên pêkanîn’ çima wek dîrektîf tên destgirtin? Ev tiştên ku jixwe divê bên kirinê ne. Ev di bin berpirsyariya hikûmetê de ne. Ji ber vê li şûna rehet bibin divê gotinên me baş fêm bikin, em çi dixwazin divê baş bê dîtin.”   ‘Hewce bi sererastkirinan heye’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît di mijara ji nûve entegrasyona gerîlayan a di civakê de jî wiha got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd piralî ye. Her mijarê dihewîne. Me her tim got helwesta şaş ev e ku mijarê tenê danexînin bêçekbûna PKK’ê. Divê tenê bi perspektîfa ewlehiyê neyê mêzekirin. Bêdengkirina çekan wek çareseriyê neyê dîtin. Hewce bi seraerastkirinan heye. Dema ku mijar tenê dakeve bêçekbûna PKK’ê wê demê demokeasî ne pêkan e. Em aştiyê diaxivin. Birêz Ocalan jî vê îfade dike. Hewce bi qanûneke giştî heye.”   Gulîstan Kiliç Koçyîgît di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Hikûmet dibêje; bila her kes çekan deyne, hemû endam çekan deyne, ev bê tescîlkirin û tespîtkirin û piştre jî derbasî asta qanûnê bê kirin. Em di vir de di pêvajoya aştiyê de ne. Bêguman wê tespît û tescîl hebe. Em jî vê dixwazin. Lê mijar ne tenê ev e, me gotibû divê pêvajo bê şopandin, rapor bên derxistin, rêxistin girseya demokratîk, mînak baro û rêxistinên mafê mirovan jî di meclîsê de cih bigirin. Di vî alî de tenê hewaleyê burokrasiya ewlehiyê kirin nabe. Divê mekanîzma bê berfirehkirin, civak bê tevlikirin û di asta raporê de meclîs jî hebe.”   ‘Hewce bi qanûnê heye’   Gulîstan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku hewce bi qanûneke ku pêvajoyê naxetimîne heye û got: “Lê ev qanûn dernexisitn. Pêvajo niha bêyî qanûn tê meşandin. Ji ber derengketina sererastkirinên qanûnî, pêvajo ‘bê qanûn’ tên hiştin û ev jî mayîndebûnê dike rîskê. Desthilatdariya ku goti wê hefteya duyemîn a meha nîsanê dest bi xebatên qanûnê bikin hîna jî tiştek nekiriye. Em ji bo çareserî û aştiyeke mayînde ku Birêz Ocalan îradeyeke mezin nîşan daye, di hewldanê de ne. Ji ber vê jî divê nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan jî li gorî ked, îrade û rola wî bê bicihanîn.”