Li Îdirê kana keviran qadên jiyanê tehdîd dike 2026-04-25 09:06:04   Buşra Turan   ÎDIR - Li gundê Mûçê ji bo kana keviran a ayidê fîrmaya HARKA, di bin navê  "zêdekirina kapasîteyê" de, biryara  "Hewce bi ÇED’ê tune ye" hat girtin û ev biryar hilweşîna ekolojiyê ya li herêmê giran dike. Jinên li gund û ji ber dînamîtan xaniyên wan diderizin, ji ber axê sewalên wan nexweş dikevin û nexweşiyê kronîk dertên holê, wiha gotin: “Em bê kes û bê xwedî hiştin. Mêrgên me tên dagirkirin. Qadên jiyanê tên tunekirin.”   Li Kurdistan û Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û bi polîtîkayên talanê re dibe yek û jiyana bejahî aniye nokteya tasfiyekirinê. Di serî de jî jin bi bandor dibin û qadên hilbreînê ji destê wan tên girtin. Li gundê Mûçê yê Îdirê ji aliyê fîrmaya HAKRA ve faliyetên kana kevir tên meşandin û di bin navê "zêdekirina kapasîteyê" de, biryara ‘Hewce bi ÇED’ê tune ye’ hat girtin û ev biryar hilweşîna ekolojiyê ya li herêmê giran dike.   Jinên gundê mûçê ku çavkaniya debara wan mêrg û erdên wan hatine dagirkirin li dijî vê hilweşîna sîstematîk hewl didin dengê xwe bidin bihistin.   Fatma û Fadîme Ozturk yên li gundê Mûçê  der barê xebatên kana keviran de ku sewalarî aniye asta tunebûnê û zirara ku dînamît didin malên wan axivîn.   ‘Erdên me bê av mane’   Fatma Ozturk diyar kir ku ji ber kana keviran gundî pirsgirêkan dijîn û rê, hawirdor û şertên debarê bi awayekî neyînî bandor dibin. Fatma Ozturk wiha dirêjî dayê: “Em niznain bêjin çi. Ne rê ye ne war e. Wesayît tê ji ber rê tune ye nikare bikeve hundir. Em bê rê mane, em bê cih mane. Em nizanin çi bikin. Dibêjin Kurd wisan e. Her der xera bûye. Em bê kes, bê xwedî mane. Ez vê kana keviran naxwazim. Erdên me bê av mane. Hemû xera bûne. Ax tê ser me. Hemû jehr e. Em nerehet dibin. Sewalên me tune dibin.  keyayê 14 sal berê cih daye wan. Keyayê nû jî nikare tiştekî bike. Her der bûye ax.”   ‘Malên me ji ber dînamîtan dihejin’   Fadîme Ozturk jî daxuyakirin ku ji ber faliyetên kana keviran mexdur bûne û erdên wan hatine desteserkirin, şertên jiyana wan zehmet bûne. Fadîme Ozturk wiha vegot: “13 zarokên min hene. Du erdên min hene. Şîrketê dest daye ser. Hemû wêran kirine. Pezê me li wir diçêriyan. Ew der desteser kirine.  Em di zirarê de ne. Em mexdurin. Me bi saya pezê xwe debara xwe dikir. Niha em mexdurin. Hatiniya me ji erdan bû. Em xizan û mexdurin. Her der bûye ax. Em vê kanê naxwazin. Ji ber dînamîtan xaniyên me dihejin û diderizin.”