Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî hate vekirin 2026-04-25 20:23:09   AMED - Li Sûrê Komeleya Çand û Hunerê ya Amargî hate vekirin. Ciwanan eleqeyek mezin nîşanê vekirina komaleya Amargiyê dan.   Komaleya Çand û Hunerê ya Amargiyê bi beşdariya hunermend Mûrad Demîr, Berken Zer û Sîmyager li navçeya Surê ya Amedê bi coş hate vekirin. Siyasetmedar, endamên saziyên sivîl, piraniya wan ciwan gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankartên ‘Me bi ciwantî destpê kir em ê bi ciwantî serbikevin’ û ‘Em bi komînbûnê çanda xwe didin jiyandin’ hatin vekirin. Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê û Çerxa Şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê govend hate gerandin bênavber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘Jin jiyan azadî’ ‘Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’ hatin berzkirin. Bername bi kelecaniyê destpê kir. Metna ku bi du zimana hatibû nivîsandin, Kurmancî ji aliyê Başûr Gezîcî ve Tirkî jî aliyê Mûrat Sonmez ve hatin xwendin.   Jiyana azad   Başûr Gezîcî di destpêka axaftina de da zanîn ku ew bi armanca avakirina pêşerojeke bitendurist îro li vir civiyane û wiha got: “Berî her tiştî, pêwîst e em behsa hewcedariya avakirina vê qadê bikin. Ji bo ku em bikaribin gavên pêşerojê bavêjin, em neçar in ku çand û hunera xwe li ser bingeha hebûn û xwebûna xwe ava bikin. Wekî gelê Kurd, em ji gelek aliyan ve ji çanda xwe hatine dûrxistin û hişmendiya çandî ji me hatiye qutkirin. Her çend carinan xebatên çandî hebin jî, ew di çarçoveyeke teng de, di navbera çar dîwaran de asê dimînin; bi vî rengî dînamîzma xwe ji dest didin û ber bi tunebûnê ve diçin. Pergalên kapîtalîst, çand û hunerê wekî amûrekê bi kar tînin û wan veguherandine metayeke sermayeyê. Gelo ev veguherîna çand û hunerê çawa pêk hat? Bêguman ev yek, bi rêya çanda populer a ku di nava ciwanan de tê belavkirin pêk hatiye. Îro ciwan ne girêdayî çanda xwe ya xwemalî ne; berevajî, ew girêdayî çanda kapîtalîst in. Lêbelê armanca me ew e ku em hişmendiya xwe li ser bingeha rastiya çanda xwe ji nû ve ava bikin û bi vî rengî bingeha jiyaneke azad deynin. Pergal jî bi qasî me pê dizane ku tenê ciwan dikarin jiyaneke rast û azad ava bikin. Ji ber vê yekê, pergal hewl dide pêşiya ciwanan bigire. Jiyana azad tê wateya; xwebûn, exlaq, polîtîkbûn û sekneke xurt a li hemberî tecrîda pergala kapîtalîst.”   Banga ji bo ciwanan   Başûr Gezîcî di dawiya axaftina de destnîşan kir ku pergalên ku dizanin pêşketina tevgera ciwanan a bi hêz û berxwedêr dê zirarekê bide berjewendiyên wan û ji ber vê rê nadin ku ciwan bi xweserî di nava jiyanê de cih bigirin û wiha domand: “Bi rêya mekanîzmayên otokontrolê, ciwanan ji çand û jiyana rasteqîn dûr dixin. Armanca bingehîn a Amargiyê ew e ku wekî akademiyeke çand û hunerê bixebite û sînerjiya xwe li her qadê belav bike. Îro dema em dipirsin ka wê kî vê dînamîzmê biafirîne; bêguman bersiv tevgera ciwanan e. Di nava civakê de potansiyela herî çalak a ciwanan e. Di vê çarçoveyê de, Amargî daxwaz dike ku tevahiya gelê me ji bo xebatên çandî û hunerî derfetên pêwîst ji ciwanan re biafirînin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku beşdarî van xebatan bibin, hem ji bo xwe û hem jî ji bo civakê qadên nû yên jiyanê ava bikin û xwedî li van qadan derkevin.”   Piştî axaftinan hûnermend derketin ser dikê stranên xwe gotin û girse li ber stranan govend gerandin.