Yekitiya Jinên Elewî: Dayik aştiyek bi rûmet dixwazin 2026-05-09 21:37:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (JYAD) di daxuyaniya xwe ya Roja Dayikan de diyar kir ku jin û dayik li dijî şer û zilmê jiyanê diparêzin û got: “Ne dayikên gerîla ne jî dayikên leşker êdî naxwazin tabûtan bibînin; dayik aştiyek bi rûmet dixwazin.”   Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) bi boneya Roja Dayikan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya bi sernavê "Dayik: Hêza ku jiyan, heqîqet û aştiyê mezin dike” de hat diyarkirin ku dayik ne tenê yên ku zarokan mezin dikin; ew hêza bingehîn in ku civakê bi wijdanê distirê, ziman, çand û heqîqetê digihîne pêşerojê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û dayik li dijî şer, komkujiyan û polîtîkayên serdestiya mêran  jiyanê diparêzin û bingeha civakek demokratîk azadiya jinan û têkoşîna jinan a rêxistinkirî ye.   Daxuyaniyê bi balkişandina ser têkoşîna Dayikên Plaza de Mayo, Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê û hat gotin ku dayik ne tenê şînê digirin; di heman demê de daxwaza heqîqet, edalet û çareseriyên demokratîk dike.   ‘Dayik  aştiyê dixwazin’   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Îro, dayik ne tenê şînê digirin; ew ji bo avakirina civaka aştîxwaz û demokratîk serdana partiyên siyasî, saziyên demokratîk û rêxistinên mafên mirovan dikin; ew banga wijdanê li civakê dikin. Ev dayikên ku bi wêneyên zarokên xwe dimeşin, di rastiyê de pêşeroja hevpar a gelan diparêzin. Ji ber ku tu dayik nikare bi êşa dayikek din bijî.Ne dayikên gerîla û ne jî dayikên leşker êdî naxwazin tabûtan bibînin. Dayik ne înkar, şer û dijberbûnê; siyaseta demokratîk, hemwelatîbûna wekhev û aştiya bi rûmet dixwazin.  Em jin in. Em dayik in. Em parêzvanên jiyan, xweza û heqîqetê ne. Di vê Roja Dayikan de, em hemû dayikên ku ji bo rastî, edalet û aştiya demokratîk li ber xwe didin, bi taybetî Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê silav dikin. Dayik jiyan e. Dayik heqîqet e. Dayik aştî ye."