Rêxistinên jinan ên Brezîlyayê piştgirî dan kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’ 2026-05-19 18:51:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan û derdorên akademîk ên li Brezîlyayê, ji bo pişgiriya bi hêzên parastina jinan ên Rojava re, tevlî kampanyaya “Em hemû YPJ ne” bûn   Ji 26’ê Nîsana 2026’an vir ve, rêxistinên jinan ên li Rojava bi armanca piştgiriya Hêzên Parastina Jinê (YPJ) kampanyayek dan destpêkirin. Ev bang di serdemeke wisa de digihêje me ku nasname û laşê jinê di bin êrîşên giran de ne. Em dibînin ku li seranserî cîhanê baviksalarî, mêtingerî û dijminatiya li hemberî jinê di nava dewlet, artêş û rêveberiyên netew-dewletan de her ku diçe kûrtir e.   Li Brezîlyayê ku ji rastiyeke weha ya dîrokî tê, ji aliyê rêxistinên cuda yên jinan û navendên lêkolînên akademîk ve kampanyaya piştgiriya bi YPJ’ê re hat destpêkirin. Gavên yekem ên kampanyayê li São Paulo ji aliyê Femînîstên Antî-Fasişt û Sosyalîst (FAS), Rêxistina Jinan a Perîferiya Bakur-Rojava û navenda lêkolînên akademîk a li ser meseleya Kurd NUPIEC’ê ve hatin avêtin. Kampanyaya li Brezîlyayê bi vîna tevkariya di gav û destkeftiyên ku jinên li Rojava pêş xistine de hat destpêkirin. Bi wê baweriyê tê tevgerîn ku rêya têkoşîna jinên li Brezîlyayê û Rojava yek e.   Endamên FAS’ê yên ku tevli kampanyaya ‘Em YPJ ne’ bûn, der barê tevlîbûna xwe ya kampanyayê de ev daxuyanî dan: “Têkoşîna berxwedanê ya jinên Kurd û têkoşîna jinên li taxên xizan ên Brezîlyayê yek e. Parastina laş û axa me, mafê me yê xwezayî ye. Divê em çand û kevneşopiyên xwe, di heman demê de perwerdehiya zarok û ciwanên xwe biparêzin. Ji ber vê yekê têkoşîna YPJ’ê, têkoşîna me ye.   Endamên NUPIEC’ê yên ku pêşengiya kampanyayê dikin jî ev yek anîn ziman: “Li hemberî kêmasiya stratejiya hêzên cîhanî, hêza YPJ’ê di têkbirina DAIŞ’ê de diyarker bû. YPJ di navenda şoreşekê de ji bo parastina pergala xwe ya perwerde, ziman, saziyên çandî û qanûnên jinê têdikoşe. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze destkeftiyên jinan bi paş de bibe. Em jî tevli kampanyaya jinên Rojava dibin. Werin em keda bêwestan a YPJ’ê biparêzin!”   Ev qonaxa yekem a kampanyayê li seranserî Brezîlyayê bi xebatên agahdarkirin û ragihandinê dest pê kir. Di mehên Gulan û Hezîranê de jî wekî parçeyek ji kampanyaya ‘Em hemû YPJ ne’, li Brezîlya û Amerîkaya Latîn rêxistinbûna çalakî û nîqaşên cuda tê plankirin.