Jina ku bi guman ji zinaran de ket jiyana xwe ji dest da 2026-05-22 21:05:55   COLEMÊRG – Li gundê Meşkan a Geverê jina bi navê Narinç Yalçin ku ji bo pincarê çû çiyê bi guman ji zinaran de ket û jiyana xwe ji dest da.   Li gundê Meşkan a navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Narinç Yalçin ya 47 salî ku ji bo pincarê çû çiyê bi guman ji zinar de qet û jiyana xwe ji dest da.   Welatiyên li rewşê haydar bûn agahî dan ekîbên tenduristî, UMKE û îtfayê. Piştî mudaxaleya ekîban Narînç Yalçin ji wir hat derxistin.   Narinç Yalçin ya rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê tevî hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.