‘Di avakirina aştiyê de îradeya jinan girîng e’ 2026-05-23 09:03:51   Rozerîn Gultekîn-Pelşîn Çetînkaya   AMED - Ji Akademiya Jineolojiyê Ezgî Çelîk da zanîn ku aştî ne tenê bêpevçûniye, bidawîkirina tundiyê ye jî û got jin di pêvajoyên aştiyê de ne tenê xwedî mafê gotinê ne, avakerên esas yên aştiyê ne.   Jinên ku xwedî li banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan derketin, li gorî hewcedariyên pêvajoyê xeta têkoşînê hûnandin û dibêjin ‘em ê pêvajoyê ava bikin’.Jinên ku tevî hemû astengiyan têkoşîna aktîf dimeşînin, balê dikşînin ser pêvajoya heyî û diyar dikin ku divê êdî ev ji gotinê derkeve, statû û sererastkirinên qanûnî bên kirin.   Ji Akademiya Jineolojiyê Ezgî Çelîk, balkişand ser rola jinan a di pêvajoyê de û got divê di pêvajoya dîrokî de tiştê pêwist bên kirin.   ‘Em jin, avakerên esas ên aştiyê ne’   Ezgî Çelîk da zanîn ku bi aştiyê hemû pirsgirêk dikarin çareser bibin û wiha vegot: “Divê em azadî, demokrasî û aştiyê, çawa pênase dikin, biaxivin. Em ne tenê wek jin; wek hemû nasnameyan van têgehan ji nû ve pênase dikin. Em vê zelal dibêjin; em jin avakerên esas ên aştiyê ne. Em jin kirdeyê pêvajoyê ne. Em xwe ne tenê wek kesên gotina xwe dibêjin; em xwe wek kirdeya aktîf a avakirina aştiyê dibînin. Em dizanin ku axaftina aştiyê di heman demê de jiyaneke bê tundî axaftin e. Em bi hemû nasnameyên xwe, di vê pêvajoyê de têkoşîna hebûnê didin.”   ‘Entegrasyona demokratîk şert e’   Ezgî Çelîk daxuyakirin ku pêvajoya aştiyê pêvajoyeke avakirinê ya demdirêj û kûr e û wiha bi lêv kir: “Ji bo aştî ne tenê alî li ser maseyê runin û biaxivine. Aştî pêvajoyeke demdirêj û kûr e. Em jin dibêjin ku em kirdeyên pêvajoyê ne. Di vê pêvajoyê de entegrasyona demokratîk girîng e. Entegrasyona demokratîk ne nayê wateya ku bişibin yên din an jî di nava yên din de bihelin. Ev tê wateya yek tîpbûnê. Em bi reng, ziman, çand û hûnera xwe hene. Em ligel hev jiyanê rêxistin dikin.”   ‘Statuya ji bo Abdullah Ocalan girîng e’   Ezgî Çelîk destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome û ev nirxandin kir: “Daxwaza me ya sereke ev e ku tu kes ji derve neyê hiştin û jiyaneke bi hev re bê avakirin. Divê jiyaneke ku her kes xwe îfade dike bê avakirin. Em jiyanek wisa dixwazin. Modernîteya Demokratîk û entegrasyona demokrtîk di vir de têkoşînê îfade dike.  Tecrîda li ser Birêz Ocalan hîna didome. Divê statuya Birêz Ocalan ji bo berdewamkirina aştiyê pêk bê.  Ji bo mayîndebûna aştiyê divê demildest gavên hiqûqî û şênber bên avêtin.”