KJAR: Jiyana Zeyneb Celaliyan di metirsiyê de ye! 2026-05-23 11:13:38   NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê ragihand ku rewşa Zeyneb Celaliyan li girtîgeha Yezîd ya Îranê gelek xirabe û jiyana wê di metirsiyê de ye.    Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan daxuyaniyek belav kir û hişyarî da.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya kevintirîn girtiya siyasî ya Îranê Zeyneb Celaliyan gelek xirabe û jiyana vê çalakvana Kurd a li nav girtîgeha Yezîdê di metirsiyê de ye, pêwîste demildest were dermankirin!   Hate destnîşankirin ku dezgehên ewlekariyê pêşkêşkirina her cure çavdêriya dixtor û heta mafê peywendiya telefonê ya Zeyneb Celaliyan bi nivîsandina nameya ‘poşmantiyê’ tê mercdarkirin. Zeyneb Celaliyan ji ber êşkenceyên lê hatîn kirîn bi metirsiya bi temamî windakirina ronahiya çavên xwe re ru bi ru ye ku beriya niha li girtîgeha Qerçekê bi virusa Korona ketibû.   KJAR’ê destnîşan kir ku Zeyneb Celaliyan bûye sembola berxwedana jinê ya dijî zordariyê û banga azadkirina bê şert û merc ya Zeyneb Celaliyan û demildest veguhestina ji bo nexweşxaneyê hate kirin.   Çalakvan û girtiya siyasî ya Kurd Zehmeb Celaliyan (45), di sala 2007’an de hate binçavkirin û nêzîkî 20 salin bêyî wergirtina rojek jî destûrê, li girtîgehê Xoy, Qerçek, Kirman, Kirmanşan û Yezîdê hatiye girtin. Ew di sala 2009’an de bi tometa ‘serhildan û peywendiya li gel Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK)’ bi cezayê darkirinê hate mehkûmkirin. Piştre ji ber zextên çalakvan, rêxistin û saziyên mafê mirovan cezayê darvekirinê di sala 2011’an de bi cezayê heta hetayî hate guhertin.