Mafê telefonê yê 5 girtiyên jin ên di girtîgeha Evînê de qedexe kirin 2026-05-25 16:24:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku 5 girtiyên jin ên siyasî yên di girtîgeha Evînê de ne, piştî protestoyên li dijî cezayê darvekirinê li dar xistin, ji mafê hevdîtina bi telefonê bê par hatine hiştin.   Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê, yên bi navê Gulrux Irae, Zehra Safaeî, Merziye Farsî, Şîva Esmaîlî û Sakîne Pervaneh, ev bi rojan e ji mafên hevdîtina bi telefonê bê par hatine hiştin. Hate ragihandin ku qedexeyên tên pêkanîn, hê jî didomin.   Hate diyarkirin ku ev pêkanîna mijara gotinê, piştî ku girtiyan cezayên darvekirinê protesto kirine, ji aliyê rayedaran ve hatine pêkanîn. Li gorî agahiyan girtiyên jin, li hewşa girtîgehê diruşm berz kirine û bertek nîşanî darvekirinan dane. Hat hînbûn ku piştî vê çalakiyê  rêveberiya girtîgehê bi armanca disiplînê ceza pêk aniye.   Îzolasyona giran   Hat destnîşankirin ku 5 girtiyên siyasî jî berê jî ji mafê hevdîtina rû bi rûya bi parêzer û malbatan re bê par hatibûn hiştin û ev zext hê jî didomin. Parêzvanên mafê mirovan diyar dikin ku astengkirina mafê hevdîtin û telefonê ya hemwext, girtiyan ber bi îzolasyonek giran ve dibe û têkiliya bi dinyaya derve re bi awayek cidî sînordar dike.    Cezayên disiplînê û binpêkirina mafan zêde bû   Di raporê de hat destnîşankirin ku di salên dawî de li dijî girtiyên siyasî, cezayên dîsîplînê û binpêkirinên mafên mirovan ên cûrbecûr, ji ber xwepêşandanên aştiyane yên li dijî cezayê darvekirinê, zêde bûne. Berê jî nûçeyên derbarê heman pêkanîna li girtîgeha Qerçekê li dijî girtiyên siyasî hatine pêkanîn, hatibûn weşandin.   Fikar her ku diçe mezin dibin   Parêzvanên mafên mirovan dan zanîn ku ku bêparhiştina girtiyan a bi girseyî ya ji mafên wan ên bingehîn a bêyî nîşandana hincetê, tê wateya ‘cezakirina kolektîf’. Hate destnîşankirina ku ji ber sînorkirina çavdêriyên serbixwe ya li girtîgehan, fikarên derbarê rewşa girtiyên siyasî yên jin de, her ku diçe zêde dibin.