Yenî Yaşamê 8 saliya xwe pîroz kir 2026-05-25 19:08:45     STENBOL - Rojnameya Yenî Yaşamê bi tevlîbûna gelek rojnamegeran 8 saliya xwe pîroz kir.   Rojnameya Yenî Yaşamê li Stenbolê bi tevlîbûna gelek rojnameger û kedkarên rojnameyê 8 saliya xwe pîroz kir. Nivîskarê Kovara Modernîteya Demokratîk Haydar Ergul di bernameyê de axivî û got: “Weşana yekemîn 6ê Îlona 1978an bi Rêya Şoreşê ya Kurdistanê dest pê kir. Gelek kes ked dan, bi dehan kes li qada çapemeniyê şehîd bûn. Tevgera çapemeniyê tevgera fikr û ramanê ye. Bawer bikin em ê bi ser bikevin.”   Paşê pasta hate birîn.