Cezayê ku ji Sîma Mazlaghanî re hatibû dayîn, hate pejirand 2026-05-27 16:57:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvaneke sivîl ya bi navê Sîma Mazlaghanî a li Tehranê dijî cezayê du salan lê hate birîn. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ve hate pejirandin. Lê beşek ji vê cezayê hate taloqkirin.   Li gorî raporên hatine belavkirin, cezayê du salan ji çalakvana sivîl a li Tehranê dijî  Sîma Mazlaghanî re hatiye dayîn. Ev ceza ji aliyê Odeya 21’emîn a Dadgeha Temyîzê ya Parêzgeha Tehranê ve hatiye piştrastkirin. Li gorî biryarê, biryara dadgeha asta yekem a derbarê tohmeta “civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî” de hatiye dayîn û ev yek jî piştrast bûye.   Li gorî vê biryarê, Mazlaghanî bi du sal cezayê girtîgehê hate cezakirin; 18 meh ji vî cezayî ji bo du salan hate taloqkirin û 6 mehên mayî jî wê bihata kişandin.   Di dema darizandinê de, dadgeha îstînafê daxwaza parastina çalakvana sivîl red kir û biryara xwe li ser raporên dezgehên ewlehiyê da. Tewanên wekî beşdarbûna di xwepêşandaneke neqanûnî de, kişandina fîlm li goristanan û redkirina dayîna şîfreya telefona desta hebûn, ku hemû jî di bin kategoriya “serkirdayetiya xwepêşandanê” de hatin hesibandin.   Çalakvana sivîl berê piştî 26 rojan li Girtîgeha Karchak li Varaminê bi kefalet hatibû berdan. Wekî din, li gorî çavkaniyên agahdar, ne metna tevahî ya biryara dadgehê, tenê kurteyek ji wê re hatiye dayîn.