Rojnamevan Sema Bîngol serbest hat berdan 2026-06-02 15:38:59   ENQERE - Nûçegihana MA'yê Sema Bîngol û 5 kesên ku li Enqereyê di bîranîna Ethem Sarisuluk de hatibûn binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li Enqereyê serbest hatin berdan.    Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Sema Bîngol û 5 kesên ku li Enqereyê di bîranîna Ethem Sarisuluk de hatibûn binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li emniyetê serbest hatin berdan. Her wiha 16 kesên ku îfadeya wan  li emniyetê temam bûb jî sewqî Edliyeya Enqereyê hatin kirin. Du kes jî duh ji ber rewşa tenduristiya xwe serbest hatibûn berdan.   Navê kesên hatin berdan wiha ne: “Sema Bîngol, Berfîn Guneş, Feza Gencay, Tunç Sarp, Zehra Camci, Can Bolatca.”