ROJEVA 10'Ê HEZRÎANA 2026'AN 2026-06-10 09:00:00     * Melek Gelturan a ÎHD’î balkişand ser mirinên bi guman û qetilkirinên jinan û da zanîn ku ji bo edalet pêk bê hewce bi têkoşîna civakî heye û got: “Tundiya li ser jinê ne qedere. Binpêkirinek mafan a pêşî dikare lê bê girtinê ye. Em ê jiyan, azadî û rûmeta mirovan biparêzin.” BI DÎMEN    * Gulcan Dîrîl da zanîn ku ji bo aştiyê divê bi paşerojê re rûhevhatin hebe û wiha got: “Mal, erd, mabetên Ermenî, Asurî û Suryaniyan hîna tê talankirin. Heta em nav xwe de bi vê re neyên rû hev aştî jî ne pêkan e. Heta ewlehiya qanûnî tunehbe, wê gelê me yê li derveyê welat dijî bi tirs û fikar bijîn.” BI DÎMEN   * Melahat Durmaz a 58 sal e ebe ye, da zanîn ku jin di mehên havînê de pirsgirêkên nexweşiyên jinan dijîn û anî ziman ku jin ji ber xizanî û zextên civakî dereng serî li xizmetên tenduristiyê didin. DÎMEN HEYE   * Li barjaroka Gundikê Melê ya Şirnexê jina bi navê Hatîce Înal 9 sal in qehweya kizwanê hildiberîne û difroşe. Hatîce Înal bi hewldana xwe ji jinên derdorê re jî bû mînak. BI DÎMEN   *Endamên însiyatîfê der barê hevdîtina ku Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê Heye li Dêrsîmê pêk anîn de axivîn û gotin: “Pirsa ‘Çi bi Gulîstan Doku hat’ hîna nehatiye bersivandin. Peywira me hemûya ye em bibin dengê jin û xwendekarên Dêrsîmê. Têkoşîna me wê bidome.” BI DÎMEN   *Hevşaredaran diyar kirin ku tevî astengiyên qeyûmên ku hatine tayînkirin ew li “bajarên jinan” ên ku li Kurdistanê hatine avakirin, ji gundan bigire heya navendên bajaran, bênavber xebatên xwe didomînin û gotin ku armanca wan ew e ku di rojên pêş de bajarên mayî veguherînin “bajarên jinan.”BI DÎMEN   *Piştî windabûna Gulistan Doku, me tomareke deng bi dest xist ku tê de rojnamevanek ku dixwest bi Zainal Abakarov re hevpeyvînê bike, ji hêla kesekî ku xwe wekî birayê Zainal Abakarov dide nasîn ve pere tê xwestin. Her çend tê zanîn ku ew ne birayê Zainal Abakarov e jî, tê îdiakirin ku kesê ku pere dixwaze dibe ku polîsek be ku ewlehiya Zainal û malbata wî peyda dike.