Pêşenga Şoreşa jinê: YPJ 2026-06-15 09:04:07   Gulistan Gulmuş   RIHA - Di şerê giran ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jiyîn de jinan tenê mexdûrbûna şer an jî aliyê ku parastinê dipê red kirin û di qadên parastina cewherî de cih girtin. Avabûna YPJ’ê jî ji hewcedariya ewlehiyê ya derketiye holê wêdetir, di esasa paradîgma azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de teşe bû û wek modeke rêxistibûnê ya nû hebûna xwe ava kir.   Piştî sala 2011’an şerê navxweyî yê li Sûriyeyê û piştî vê bi şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, re jin bi koçberî, qetilkirin, zewaca bi zorê û êrîşên zayendî re hatin rû hev. Gelek jin û zarok hatin qetilkirin û îro hîna jî aqûbeta gelek jinan nayê zanîn. DAIŞ ku wek tehdîdeke mezin li ser cîhanê ava bû, jin hedef girtin û li herêmê di alî jinan de nîqaşên parastina cewherî hîn bêtir hatin dîtin û gelek jinan ne tenê qadên lê dijîn ji bo îrade û nasnameya xwe biparêzin ketin lêgerîna rêxistinbûnê. Şervanên jin hatin gel hev û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava kirin. YPJ di 2013’an de hat avakirin û ne tenê ji jinên Kurd, ji jinên Ereb, Tirkmen, biyanî ava bû.   Yekitiya bi paradîgmaya Abdullah Ocalan ava bûye   Nîqaşên jinan yên avakirina parastineke serbixwe ne tenê bi şertên şer sînor e. Paradîgma azadixwaz a Rêberê Gelê Kurd bi salan e pêş xistiye, di vê pêvajoyê de di alî jinan de bû referansa esas. Nirxandinên Abdullah Ocalan yên wek ‘jin azad nebe civak azad nabe’ne tenê hêza ji bo jinan, rastiya jinê jî bixwe re anî.   Esasa azadiya jinê rêxistibûna xweser   Jinên ku ewil di nava hêza parastina tevlihev de cih girtin bi demê re biryar girtin ku divê mekanîzmayên serbixwe yên biryarê hebin. Jinan diyar kirin ku serdestiya mêr ne tenê di qadên jiyanê de di qadên rêxistibûnê de jî ji nû ve tên hilberandin û ji ber vê jî hewce bi rêxistibûna jinê heye. Di 2013’an de YPJ bi fermî hat îlankirin û wek modela rêxistibûna xweser a di esasa azadiya jinê de derket pêş.   Ne tenê perwerdehiyên leşkerî di gelek qadan de perwerde hat dayîn   Di YPJ’ê de bandora paradîgma azadiya jinê hat hîskirin. Di sazbûnê de ne tenê perwerdehiyên leşkerî; perwerdehiyên zayenda civakî, dîroka jinê, jiyana kolektîf, mekanîzmayên biryargirtinê û parastina cewherî hatin dayîn.   Sekna di jiyana rêxistibûnê de bandor li jinan kir   Di demên ewil de cihgirtina jinan a di YPJ’ê de di civakê de balkêş hat pêşwazîkirn û bi demê re ev guherî. Bi taybet bi qasî berxwedana jinan a di qada şer de, sekna wan ya di jiyana rêxistinkirî de bandor li ser jinên ciwan kir.   Di 2014’an de bi serkeftina Kobanê ya li hember DAIŞ’ê hat dayîn de li seranserê cîhanê YPJ hat nasîn û bi serkeftina Kobanê re ‘Şoreşa Jinê’ derket asta herî jor.   Îro YPJ ne tenê bi pêvajoya şer, bi nîqaşên azadiya jinê, parastina cewherî û veguherîna civakî re xebatên xwe bê navber dimeşîne. Modela herî rêxistinkirî ya li qadê ya paradîgmayê YPJ'ê tê nirxandin.