Li Qoserê 500 donim zeviyên genim şewitî 2026-06-22 19:22:29   MÊRDÎN - Li Qoserê ji şewata derketî de 500 donim zeviyên genim şewitî.   Li gundê Kemîra yê navçeya Qoser a Mêrdînê agir bi zeviyên genim lê hatiye çandin ket. Destpêkê şêniyên gund bi traktorên xwe xwestin pêşiyê li berfirehbûna agir bigirin. Piştre tîmên agirkuj mudaxaleyî şewatê kirin û agir vemirandin.   Hate zanîn ku di encama şewatê de 500 donim zeviyên genim şewitî.