Li Amedê gel daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir 2026-06-30 09:07:20   AMED - Jinên ku beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” bûn, destnîşan kirin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê şer û qeyranên Rojhilata Navîn jî bi dawî bibin.   Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” di 28’ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Bi hezaran kesên ku li qadê hatin ligel hevdû, dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di qadê de dilê gel bû yek û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.   Di mitîngê de, têkildarî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku 27 sal in di Girava Îmraliyê de dîl tê girtin, me mikrofon dirêjî jinan kir.   ‘Mîmarê pêvajoyê Abdullah Ocalan e’   Jinan anî ziman ku Gelê Kurd bi salan in têkoşîna azadiyê dimeşînin û gotin ku ji bo çareseriyek mayînde Abdullah Ocalan tim ji giravê rêyên çareseriyê pêşkêş dike. Jinan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin mîmarê vê pêvajoyê Abdullah Ocalan e. Jinan destnîşan kirin ku ji bo azadî û aştiyek mayînde pêwîst e azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê û gotin, “Heta ku Serokê me azad nebe em wek Gelê Kurd jî azad nabin.”   Jinan diyar kir ku çareseriya şer û qeyranên li Rojhilata Navîn bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ve mimkûn e.   ‘Gavên şênber nîne’   Jinan bal kişandin ser rêziknameyên qanûnî yên bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girêdayîye û destnîşan kirin ku divê dewlet gavên ji dil bavêje. Jinan destnîşanî pêvajoya ku nêzîkî du salan in dest pê kiriye kir û da zanîn ku ji aliyê Gelê Kurd ve gavên pêwîst hatine avêtin, lê belê ji aliyê desthilatdariyê ve hîn jî gavên şênber neatine avêtin.