ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-03 09:00:00     * Lê guhertin ne dûr bû jê, loma çavkor nebû. Veguhertina wê bû sebeba jiyana wê. Guherî bû; him rexne dikir him rexnedayin dida. Dijberiya li hemberî çalakiya Zîlanê bi yekbûnê bê wate bû. Dîtibû hevgirtina jinê çareya hemû pirsgirêkan û hêza herî mezin a jiyanê bû. Çiqas dilnizm bû, negot "Min qet şaştî nekir." Got " Ez hatim li gel we me û ne bêyî we me." JI PÊNÛSA JINAN    * Parêzer Arzu Eylem Kayaoglu da zanîn ku divê sererastkirina qanûnî ya di çarçoveya qanûna çarçoveyê de tê nîqaşkirin wek pakêtek demkî neyê dîtin û got: “Hewce bi qanûnek bingehîn a pêşeroja demokratîk a sedsalî ya Tirkiyeyê diyar dike hebe.” BI DÎMEN    *"Li gelek welatan şer piştî peymanên aştiyê bi dawî bibin jî tundî bi awayên cuda xwe didomîne. Ji welatên Abya Yala, Afrîka û Asyayê jin, piştî bidawîbûna pevçûnên çekdarî diyar dikin ku girêdayê tuniya zayendê qetilkirina jinan zêde bûye. Jinên ku berê gerîla bûne jî rastî zextên dewlet û mêr tên. Di pevajoyên entegrasyonê de ji bo parastina serdestiya mêr jinan tevli statukoya mêr dikin." NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Hevseroa DBP’a Semsûrê Suzan Şen der barê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xebatên komunê de nirxandin kir û wiha got: “Em nikarin wek mijarek îmarê li Semsûrê binêrin. Ji bo ev der carek din bê ser xwe, bê gel hev û civak ava bibe di destê me de ye.” DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA’yê Nurten Uzumcu der barê îdiaya destdirêjiya li hember zaroka 14 salî de axivî û got ev ne îstîsmareke şexsiye, pirgirêkek civakiye û got: “Ji ser jin û zarokan nirxên civakê hedef tên girtin. Divê têkoşînek xurt a civakî hebe, doz bi bandor bê şopandin û civaka demokratîk bê avakirin.”  BI DÎMEN