80 sal ceza li zarokê ji aliyê OSO'yê ve hat revandin, hat birîn 2026-07-03 12:22:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Huseyîn Muhammed ê Rojavayî yê 15 salî ku ji bo fîdyeyê ji aliyê OSO ve hatibû revandin û piştre radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, bi îdiaya berpirsê kuştina 3 leşkeran 80 sal cezayê hefsê hat birîn.   Doza Huseyîn Muhammed ê ku di sala 2022’yan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) ve ji bo fîdyeyê hatibû revandin û piştre radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, bi encam bû.  Doza ku bi îdiayên OSO’yê hatibû vekirin û piştî Dadgeha Bilind ceza xera kir, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat lidarxistin. Dadgehê temenê Huseyîn Muhammed ji 18 salî biçûktir qebûl kir.   Dadgehê daxwaza lêkolînê ya parêzeran red kir û Muhammed wek berpirsiyarê mirina 3 leşkeran dît û 80 sal cezayê hefsê lê birî.   Li gorî nûçeya rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Muhammed ê ku piştî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û niha li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê tê ragirtin, bi îdiaya “sekvaniyê” yê ku bûye sedemê mirina 3 leşkerên Tirk tê sûcdarkirin.    Piştî parêzeran serlêdan kir, hat qebûlkirin ku Muhammed 18 salî ye û daxilê kategoriya “Zarokê berledayî” (SÇS) kir. Piştî darzê, 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê ji ber mirina leşkerekî 24 sal bi giştî zêdetirî 72 salan ceza li Muhammed hatibû birîn.   Lêbelê hat tespîtkirin ku li gorî belgeyên parêzerên Muhammed pêşkêşî dadgehê kirî, di dema bûyerê Muhammed 14-15 salî bûye.    Berê Dadgeha Bilind cezayê berê betal kiribû û xwestibû ku raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) û nexweşxaneyê yên têkildarî tespîta temen li hev were.