Ji bo Zarîn Akbaş mewlut hat dayîn 2026-07-08 16:02:46   BEDLÎS - Ji bo Zarîn Akbaş a ku di encama êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest da li mala malbata wê mewlut hat dayîn.   Ji bo Zarîn Akbaş ( Arjîn Garzan) a ku di 28'ê Hezîranê di encama êrîşên Îranê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Çorsen ê navçeya Tetwana Bedlîsê mewlut hat dayîn. Mewluda ku li mala malbata Zarîn Akbaş hat dayîn gelek siyasetmedar, nûnerên rêxisitnên saziyên sivîl û gelek welatî tevli bûn.   Mewlut bi duayên ku ji bo Zarîn Akbaş hatin kirin bi dawî bû.