Ji du dîrekanyek du kamera bi cih kirine 2026-07-10 09:04:54   Rabîa Onver - Dîlan Babat   COLEMÊRG - Li Geverê polîtîkayên ewlehiyê di nav salan de teşeyê biguherîne jî gotinên şêniyên taxê naguherin. Gelê taxa Orman ku di bin kamerayên Mobese, wesayîtên zirxî û mudaxaleyên polîsan de dijîn wiha gotin: “Dibêjin pêvajo lê zext naqede. Divê polîtîkayên şopandinê bidawî bin.”   Li navçeya Gever a Colemêrgê, li navenda bajar di 20’ê Sibatê de li taxan jî ev nêzî du salene kamerayên mobesayê hatine bicihkirin. Ev tora çavdêriyê di alî Geverê de ne tabloyeke nû ye. Polîtîkayên ewlehiyê yên piştî pêvajoya rêveberiya xweser xistin pêkanînê, tevî salan awayên cuda tên meşandin.   Li taxa Orman bi şev tenê lambe vênakevin. Di têketinên taxê de li kolanan, li ber dibistanan, li park û cadeyan mobese hatine bicihkirin û 24 saetan tax tê şopandin. Tevî vê nokteyên polîsan, qerekol jî ruyê din yê polîtîkayên ewlehiyê didomîne. Ciwan her şev di hedefa mudaxaleya polîsan de ne.     Li her du dîrekekê du kamera   Li kolanan êdî ne tenê mirov, kamera jî lê serdestin. Ciwan bi taybet di saetên êvarê de ku dixwazin derkevin derfe bi dehan carî tên rawestandin. Heman kes di navberên kurt dubare dubare bi pêkanînên kontrola nasname û GBT’ê tên.   Ev pêkanîn veguheriye rewşeke ku bandor li hemû jiyana civakê dike ye. Di alî kesên li taxê dijîn de mijar ne tenê hebûna kamereyane; bi vê şopandinê re hesta ku her tim tên kontrolkirinê jî ava dibe.     ‘Em nikarin li ber deriyên xwe rûnin’   Pakîze Işik da zanîn ku bi salane taxa wan di bin zextê de ye û got zextên tên jiyînê û gaza îsotê ya tê bikaranîn bandor li zarok û kesên astengdar dike û got: “Li taxa me mobese hatine bicihkirin. Em dixwazin bên rakirin. Panzer heta derengiya şevê li taxê digerin û gaza îsotê davêjin. Zextan li ciwanan dikin. Em ji malê diçûn sûkê nasnameyên me digirin û me nerehet dikin. Em dixwazin mobese bên rakirin. Mobese hundirê malên me jî dibînin.”   Esmer Aşkan jî destnîşan kir ku  polîs ewil bi ser taxa Orman de digirin û got mobese wan nerehet dikin û divê demildest bên rakirin.