Lêgerîna zarokê ku ketibû Çemê Mûradê didome 2026-07-13 15:43:17   MÛŞ - Zarokê 10 salî Berat Karakaya ku ketibû Çemê Mûradê, lêgerîna wî di roja 3'emîn de dewam dike.    Xebatên lêgerînê ji bo Berat Karakaya yê 10 salî ku di 10'ê Tîrmehê de li gundê Azapurê ku girêdayî navenda Muşê ye, piştî ku ket çemê Mûratê ji ber herikînê ve çû, didome. AFAD û cendirmeyan lêgerînê berfireh kirin, ekîbên Şaredariya Mûşê jî tevlî lêgerînê bûn.