Li Çiyayê Feraşînê koçerên ku çiya, ba û demê bi hev girê didin 2026-07-15 09:03:03    Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Jinên li Zozanên Feraşînê kevneşopiya koçeriyê ya salan didomînin, zor û zehmetiyên dijîn wiha vedibêjin: “Hemû bar li ser milê jinan e. Jin hewl didin xwe bigihînin her tiştî.”   Zozanên Feraşîn li sînorên navçeya Elkê ya Şirnexê cih digire û yek ji zozanên ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Koçber bi salan e  ji Feraşînê qut nebûn. Jinên Koçber sibehê zû radibin û tenê penîr, mast çênakin, vê kevneşopiyê radigihînin pêşerojê. Jin bi keda xwe çiya, ba û demê bi hev girê didin..   Jinên ji bajaroka Deştadarê ya Hezexê ku li Feraşînê koçberiyê dikin der barê rêwitî, jiyan û têkoşîna xwe de axivîn.   Bi şîrê pezê xwe debarê dikin    Besna Kuze da zanîn ku jiyana koçeriyê zehmet e û wiha got: “Koçerî ji me re mîrate maye. Em vê kevneşopiyê didomînin. Zor û zehmetiyên wê hene lê em jê hez dikin. Em dinêrin zehmetiyên wê pir in. Em pez didoşin. Em penîr, şîr çêdikin. Em bi van hilberînên xwe debara xwe dikin. Lê ji me pir erzan digirin. Em beramberê keda xwe nagirin.”   Rêwistiya bi mehan didome   Besna Kuze got di meha adarê de diçin zozanan û wiha bi lêv kir: “Heta dawiya havînê em li zozanan dimînin. Piştre em vedigerin gundê xwe. Em peyatî diçin. Di vegerê de em zarokên xwe bi wesayîtan dişînin lê em bi peyatî tên. Rêwitî mehek û nîvê didome. Karê me jinan zehmet e.”   ‘Em sibehê zû radibin’   Amber Kuze jî destnîşan kir ku ew sibehê zû radibin û got: “Em sewalan didoşin. Em karê malê dikin, li zarokan dinêrin. Em şîr mast û penîr çêdikin. Em xurekên xwe difroşin mandrayê. Koçerî zehmet e. Zarokên me nekarin biçin dibistanan. Hemû bê perwerde dimînin. Nexweş dikevin em nikarin bibin nexweşxaneyan. Ji ber vê jiyana me zehmet e. Nêzî 20 sal in ez koçer im. Em sibehê 4’an de radibin. Hemû bar li ser milê jinan e. Jiyana zozanan ji bo jinan pir zehmet e.”