KCDP:Nîqaşên nefeqeyê rastiya jinan vedişêre 2026-07-17 09:03:27   STENBOL- Parêzer Cansu Albayrak li ser pirsên ku KCDP’ê der barê sererastkirina nefeqeyê de ji çar wezaretî pirsiye de axivî û got nîqaşên ‘nefeqeya bêdem’ tundî û xizaniya jinan vedişêre û got divê polîtîkayên jiyana jinan esas digirin pêk bên.   Dadgeha Destûra Bingehîn îbareya ‘bêdem’ a di xala 175’emîn a Qanûna Medenî ya ku mafê nefeqeyê sererast dikir, betal kir û piştî vê nîqaşên dest pêkirin didomin. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di çarçoveya Qanûna Mafê Girtina Agahiyan de ji Wezareta Dadê, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Wezareta Karê Hundir û wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî re pirs şandin û dane xwestin. Nûnera KCDP’ê parêzer Cansu Albayrak der barê mijarê de axivî.   ‘Biryar di alî jinan de xetere ye’   Cansu Albayrak axaftinên Wezîrê Dadê Akin Gurlek ku piştî biryara dadgehê, anîbû ziman bibîr xist û got: “Ev nêzîkatî di alî jinan de encamên cidî diafirîne. Biryar ewlehiya aboriya jinan jî wê qels bike. Nefeqe li ser esasa rêgeza wekheviyê hatibû hukumkirin. Qanûn zayendê nabêje, dibêje piştî destberdanê aliyê bikeve xizaniyê divê bê parastin. Lê rakirina îbareya ‘bêdem’ wê jinan zêdetir neçarî zewacên nav hawira tundiyê bike. Ev ji bo jinan rîskên mezin in.”   Ji bo çar wezaretan serlêdan   Cansu Albayrak got di çarçoveya Qanûna Mafê Agahî Girtinê de serî li çar wezaretan dane û got pirsên wekî ‘der barê bandora tundiya li ser jinê ya di pêvajoya destberdan û daxwaza nefeqeyê de lêkolîneke we heye an na?, ‘Hûn dikarin daneyan aşkera bikin, di bûyerên întîkalên hêzên ewlehiyê de kirine rêjeya tundiya ji ber nefeqeyê pêk tê çiye?’ pirsîne.   Cansu Albayrak balkişand ser daxuyaniyên Wezareta Dadê yên wekî ji welatiyan daxwaz dihatin’ û ‘çavdêriyên ji qadê’  û got rêxistinên jinan ji derveyê pêvajoyên biryargirtinê hatine hiştin û got bi rakirina îbareya ‘bêdem’ di nefeqeyê de wê mexdûriyeta jinan hîn bêtir zêde bike.”   ‘Daneyan aşkera bikin’   Cansu Albayrak daxwaz kir ku biryar li gorî kîjan lêkolînan hatiye dayîn bê aşkerakirin û got ew ji wezaretê bersivê dipên. Cansu Albayrak wiha got: “Li ser nîqaşên di raya giştî de dayîna biryareke wisa ne rast e. Divê biryar li ser daneyên zanistî bên dayîn. Me der barê mafên aborî û civakî yên jinan de jî pirs pirsîn. Me pirsa ‘ji bo jinên destberdane kîjan piştgirî tên dayîn?’ pirsîn. Li gorî bersivên ji wezaetê bên em ê bixwazin ku xebat bikevin jiyanê.”   ‘Biryar li dijî hiqûqê ye’   Cansu Albayrak her wiha destnîşan kir ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî hiqûqê ye û da zanîn ku divê hiqûq ewil aliyê mexdûr biparêze. Cansu Albayrak wiha dirêjî dayê: “Nefeqe ji xwe pir kêm e. Guherînên di vî mafî de jî li dijî rêgeza wekheviyê ye. Daxwaza me ev e ku polîtîkayên ku jinan xurt dikin bên pêşxistin. Divê dewlet polîtîkayên ku serbixwebûna aboriya jinan xurt dike biafirîne. Nefeqe ewlehiya ku jinan ji tundiyê dûr dixe ye. Anîna sînora demê ya ji bo nefeqeyê jinan mahkumê hawira tundiyê dike. Bi sînorkirina mafê nefeqeyê jin neçar dimînin zewaca ku tê de tundiyê dibîne bidomînin.”