Şoreşa Rojava şoreşa hemû jinên cîhanê ye 2026-07-19 14:44:50   ENQERE - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyanî da û got, “Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ya têkoşîna me ye.”   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Şoreşa Jinan a Rojava li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ava bû û ev 14 sal in ji bo têkoşîna me çavkaniya îlhamê ye.”   Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “19’ê Tîrmeha 2012’an roja Şoreşa Rojava sembola destpêkirina şoreşê ye, destkeftiyeke dîrokî ya têkoşîna azadiya jinan e ku li dijî zihniyeta mêrperest hat meşandin.   Jiyana nû ya ku havênê xwe ji têkoşîna wekhevî û azadiya jinan wergirt û li Rojava hat avakirin, bi têkoşîna bênavber a 14 salan, nîşan da ku ev şoreş şoreşa hemû jinên cîhanê ye.   Şoreşa Rojava; bi avakirina jiyana azad û wekhev, bi gundên jinan, bi komunên xwe, bi rêgeza hevserokatî û temsîliyeta wekhev û bi civakên ku tê de jinên ji nasnameyên cuda hatine cem hev, mezinkirina şoreşa jinan berdewam dike.   Li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û şopdarên wan ên ku destkeftiyên şoreşê dikin hedefên êrişên xwe, wekî duh îro jî bersiva herî xurt ji aliyê têkoşîna jinan a navneteweyî ve, ji aliyê jinên ku li dora Şoreşa Rojava bûne yek, tê dayîn.   Tevî şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê, em têkoşîna jinên Rojavayî yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin û xebatên xwe bi armanca civakeke demokratîk didomînin, silav dikin.”