Meclis dê ji bo qanûna çarçoveyî meha tebaxê bicive 2026-07-21 13:11:48     ENQERE – Li meclisê ji bo qanûna çarçoveyî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dê serdana Koma DEM Partî, MHPê û CHPê bike. Tê payîn ku meclis dê piştî vê hefteyê navber bide û di nîvê meha Tebaxê de jî dê ji bo qanûna çarçoveyî careke din bicive.   Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û qanûna çarçoveyî nîqaşa serekê ya siyastê ye. Li meclisê jî ji bo amadkirina qanûna çarçoveyî liv û tevger berdewam dikin. Serokê Meclise Numan Kurtulmuş dê îro bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Tuncer Bakirhan û Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Batalkirina Teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdarkirin re hevdîtine bike.   Serokê Meclise Numan Kurtulmuş dê di hevdîtinan de tekildarî qanûna çarçoveyî dan û standinan bike û pêşniyarên AKPê ji partiyan re parve bike. Serokwekîla Koma AKPê Leyla Şahîn Usta ku beriya van hevdîtinan pirsen çapemeniyê bersivand diyar kir ku ji bo qanûnên çarçoveyî meclisê piştî navber da dikarê bi awayekî rewşa awarte careke din bicive.   Li gor agahiyên me bi destxistinê tê gotin meclis dê meha Tîrmehê de navber bide û vî heftî dê xebatên dawî pêk bînê. Meclis dê piştî navberê ji bo qanûna çarçoveyî di nîvê meha Tebaxê de bi awayekî awarte bicivê û qanûna çarçoveyî li Lîjneya Giştî ya Meclise derbas bike. Di vê pêvajoyê de li ser pêşnumeya qanûnî müzakere û dan û standin dê di navbera partiyên siyasî de berdewam bike.