Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn 2026-07-25 14:14:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê faîlên Çetîn Abayay, aqûbeta Mûsa Kolûman û 12 welatiyên li navçeya Rûbarok a Colemêrgê hatine windakirin pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li Amedê aqûbeta Mûsa Kolûman, li Êlihê faîlên rojnameger Çetîn Abayay û li Colemêrgê jî aqûbeta 12 welatiyên ji Gundê Bêsusin ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku di 24ê Tîrmeha 1994an de ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û dû re hatine windakirin, hate pirsîn.   Amed   Xizmên Windayan û Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 911emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Xizmên Windayan, Endam û rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Mûsa Kolûman hatin hildan. Di hefteya 911emîn de aqubeta Mûsa Kolûman ê ku di 23yê Tîrmeha 1997an de li Bismîlê hatibû binçavkirin û dû re jê tu agahî nehate wergirtin hate pirsîn.   Di destpêka çalakiyê de Hevseroka ÎHDê Sûzan Mehmetoglû Aksoy axivî.   ‘Mixabin tu rayedaran bersiv nedane dengê dayikan’   Sûzan Mehmetoglû Aksoy diyar kir ku bi salan e ew têkoşîna xwe berdewam dikin û ji bo dengê xwe bigihînin rayedaran, desthilatdariyê li vê qadê çalakiya xwe pêk tînin û wiha got: “Mixabin tu rayedar, tu desthilatdar bersivek nedane dengê dayikan û malbatan. Daxwaza herî mezin a malbatan ew e ku; gora zarokên wan, xizmên wan hebe û biçin ser wê gorê. Em weke parêzvanên mafan dîsa dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Dengê malbatan, dayikan bibihîsin û daxwazên wan bi cih bînin.”   Dû re rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî çîroka windakirina Mûsa Kolûman xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bidawî bû.   Êlih   Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 747emîn de çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê ku di Tîrmeha sala 1992an de li Êlihê hatibû qetilkirin hate pirsîn. Endamê ÎHDa Êlihê Sedat Yildirim çîroka Çetîn Abayay xwend.   Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   Colemêrg   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 228an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 12 welatiyên ji Gundê Bêsusin ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku di 24ê Tîrmeha 1994an de ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û dû re hatine windakirin, hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku heta aqûbeta hemû windayan neyê zelalkirin, ew dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.