'Em xwedî li nasname û çanda Kurd derdikevin' 2026-07-29 09:04:10   AGIRÎ- Marîfet Gokdag da zanîn ku kurê wê Ararat Serhad (Omer Gokdag) li dijî newehvî û êrîşên li hember nasnameya Kurd tevli têkoşîna azadiyê bûye û got ji bo aştiyeke mayîn de, ji bo dayik negirîn divê çareseriya demokratîk pêk bê.   Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tê payîn ku deriyên girtîgehan bên vakirin, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û gavên ewlehiya qanûnî bên avêtin. Dayikên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine, bang dikin ku divê demildest gavên şênber bên avêtin.   Marîfet Gokdag ya li gundê Gêncelî ya Panosê ye, dayika 10 zarokan e û tevî hemû zext û êrîşan xwdî li çand û nasnameya xwe derketiye.   ‘Ji ber zilm li Kurdan dihat kirin kurê min tevli bû’   Marîfet Gokdag diyar dike ku ji gundê Qûşqa yê Panosê ye û wiha got: “Ez 65 salî me. 10 zarokên min hene. Kurê min çû leşkeriyê 7 mehan leşkerî kir, telefonek  kir û got ‘her roj heqeretan li me dikin, dijûnan dikin em qebûl nakin.’  Ez çûm Panosê min gilî kir. Rojekê sibehê telefon kirin û gotin kurê te fîrar kiriye.  Kurê min ji ber heqeret û zextên wan li dijî zilmê tevli PKK’ê bû.”   ‘Em Kurd in’   Marîfet Gokdag di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew dixwazin bi çand, ziman û nasnameya xwe bijîn û wiha dirêjî dayê: “Bila kezeba tu dayikÊ neşewite. Em Kurd in. Zimanê me kurdî ye. Dewlet li ser ciwanan zextan dike. Bila aştî bê û kezeba dayikan neşewite. Tirk, Kurd, Laz, Çerkez wkehevin. Em aştiyê dixwazin. Em Kurd in,em aştiyê dixwazin.”   ‘Bi hezaran kes girtî ne’   Marîfet Gokdag wiha dawî lê anî: “Bila girtîgeh vala bin. Ji bo aştiyek mayînde divê Abdullah Ocalan bê berdan. Divê girtî bên berdan.PKK’ê çek şewitandin. Gotin em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Her kes aştiyê dixwaze. Bi hezaran kes bêyî sûc girtî ne. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin.”