'Ger zanîngeh bikeve ber entegrasyonê dê li Sûriyeyê fermiyeta wê hebe' 2026-08-03 09:03:51   Jiyan Gencan   KOBANÊ- Hevseroka zanîngeha Kobanê Xeznê Îbrahîm anî ziman ku bi hezaran xwendekar li Zanîngeha Kobanê xwendina xwe dawam dikin, ji bo entegrasyonê nîqaş nehatine meşandin û got ku eger bikeve nava entegrasyonê jî wê Zanîngeh li gorî çand, ziman û nasnameya herêmê perwerdeya xwe dewam bike.     Di sala 2017’an de Zanîngeha Kobanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin. Li zanîngeh di destpêkê de beşa Wêjeya Kurdî û beşa Zanistên Xwezayî hat vekirin û li van beşan perwerde hat destpêkirin. Di destpêka vebûna zanîngehê de bi 35 xwendekaran dest bi perwerdeyê hat kirin. Niha zanîngeh berfirehtir bûye û 8 fakulte û 3 peymangehên wê hene.   Li ser rewşa Zanîngeha Kobanê hevseroka zanîngeha Kobanê Xeznê Îbrahîm ji ajansa me re axaivî.   Xeznê Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku zanîngeha Kobanê ji aliye Rêveberiya Xweser ve hat avakirin ku ji bo xwendekarên herêmê perwerdeya xwe li herêma xwe dewam bikin û got: “ di sala 2017’an de ji aliye Rêveberiya Xweser ve biryar hat girtin ku ji bo xwendekarên li herêmê zanîngehek li Kobanê were avakirin. Zanîngeha Kobanê bi beşa Wêjeya Kurdî û beşa Zanistin xwezayî dest pê kir. Di destpêkirina zanîngehê de hejmara xwendekarên li zanîngehê 35 kes bû. Roj bi roj zanîngeha Kobanê mezin bû û beşên nû lê hatin avakirin. Niha li Zanîngeha Kobanê 8 fakulte û 3 peymangeh hene."   '1205 xwendekar li zanîngeha Kobanê hene, ji wan 850 jin in'   Xeznê Îbrahîm diyar kir ku li zanîngehê  hejmara herî zêde ya jinan e û wiha axafitinê xwe domand: “Li zanîngeha Kobanê hezaar 205 xwendekar hene, ji wan 850 xwendekarên jin in û 150 mamoste li zanîngehê perwerdeyê didin. Her wiha 50 erkdarên zanîngehê hene.  4 caran xwendekar li zanîngehê derçun û 900 xwendekaran li zanîngeha Kobanê xwendinê xwe tamam kirine û derçûne. Her wiha îsal beşek din li  zanîngehê hat zêdekirin ku perwerdeyê ji derve de dide xwendekaran. Li zanîngehê  Fakulteya wêjeyê; beşên Kurdî, Erebî, Îngîlîzî, Fakulteya mafnasiyê,   Peymangeha  Zanistên Hiqûqî û Îdarî, Peymangeha Hesapdariyê hene û Peymangeha Bijîşkî: Beşa hemşîretî, yanî tenê ji bo pisporên tenduristiyê. Li wan  beşan jî 2 hezar û200 xwendekaran xwe nivîsandine û niha dest bi perwerdehiya xwe kirine.  Di nava pergala me ya xwendina zanîngehê de xwendina bilind jî  heye. Herwiha beşê master û doktorayê jî hat vekirin û gelek beşên ku bên vekirin jî xebat li ser wan tên meşandin.”   'Zanîngeha Kobanê wê wekî xwe bimîne'   Xeznê Îbrahîm anî ziman ku entegrasyonê bandor li ser wan nekiriye û zanîngeha Kobanê wê her tim wekî xwe bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ ji bo entegrasyonê heta niha tu nîqaş nehatine meşandin, lê wekî zanîngeh komîteya me heye ku rewşek entegre çêbibe em amade ne. Lê niha perwerdeya xwendekaran dewam dike. Di dema êrîşên li ser Rojava de xwendina li zanîngehê hat rawestandin û em jî di nava pêvajoya şer re derbas bûn.  Lê niha dîsan dest bi pererdeyê hatiye kirin û dewam dike. Em dixwazin ku wekî zanîngeh ji pisgirêkên civakê re bibin bersiv. Em dixwazin ku bi riya zanistê  bicivaka xwe re bibin alîkar û bibin bersiv. Her wiha armanca zanîngehê ew e ku mafê perwerdeyê yên xwendekaran were dayîn, xwendekar bi ziman, çand û zimanê xwe li bajarê xwe xwendina xwe bikin û ev ji bo  me tişta esas û jêneger e.”   'Zanîngeh pêwistiyên xwendekaran bi cih tîne'   Xeznê Îbrahîm anî ziman ku zahmetiyên ku xwendekar dikişînin hene,lê wekî rêveberiya zanîngehê alîkariya xwendekaran dikin û wiha berdewam kir: “ Gelek xwendekarên me hene ji gundan tên û riya wan dûre û  ev jî ji bo xwendekaran dibe zahmetiya xwendine. Lê wekî revebriya zanîngehê me derfetê ku xwendekar zahmetî nekêşin avakirine. Ji hemû bajran xwendekarên me hene, me ji bo wan cihê mayîne hazir kirin ji bo karibin bi tendurist perwerdeya xwe bibînin. Her wiha ji bo çuyîn û hatinê hemû mesref li ser zanîngehê ye, zanîngeh ji bo xwendevanan hemû alîkariyên pêwîst peşkeş dike.”   'Zanîngeha Kobanê ji aliyê Rêvebriya Xweser ve fermiyeta wê heye'   Xeznê Îbrahîm anî ziman ku Zanîngeha Kobanê ji aliyê Rêvebriya Xweser ve fermiyeta wê heye û wiha got: “ zanîngeh ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat avakirin.  Li herêma me zanîngeha Kobanê Fermiyeta wê heye. bi hezaran xwendekar zanîngeh qedandine. Divê ew xwendekar jî bi fermî testûrnameyên wan bên qebûlkirin. Eger zanîngeh jî têkeve ber entegrasyon helbet wê fermiyeta wê li Sûriyeyê bi awayê fermî bê naskirin.”   'Şandeya me li Ewropayê eleqeyek mezin dît'   Xeznê Îbrahîm diyar kir ku şandeya ji zanîngeha Kobanê çû Avrupa  eleqeyek mezin dîtîn û wiha anî ziman: “ Şandeyek ji zanîngeya Kobanê çu serdana zanîngehên Ewropayê. Gelek zanîngehan eleqeyek mezin nîşanî şandeya me dan, her wiha gelek zanîngehan piştgirî jî da. Pîştî şande zîvirî jî gelek zanîngehan daxwaz dikin ku bi zanîngeha Kobanê re hevpeymanan îmze bikin. Tiştên ku herî zêde bala wan kêşand xweseriya zanînhe bû û her wiha bê pere xwendina xwendekaran û alîkarîkirina xwendekaran bû cihê balkêşandinê.  Di serdanê de zanîngehên polonya daxwaz kiribûn ku hevpeymaniyek di navbera wan û zanîngeha Kobanê de bê çêkirin û li wir beşe zimanê Kurdî were vekirin û bi riya online mamosteyên me dersê bidin wan. Tişta herî bala wan kêşand jî ew bû ku zanîngeh bê pere perwerdeyê dide. Ev di nava Sûriyeyê de jî û li Ewropa jî bû cihê kêfxweşiyê.”   Xeznê Îbrahîm herî dawî diyar kir ku daxwaza wan ew e ku zanîngeha Kobanê li Sûriyeyê bi fermî were qebûlkirin. Ji bo ku xwendekar bi ziman û çanda xwe perwerdeya xwe bibinin divê gelê me jî alîkariya zarokên xwe bikin û xwedî li zanîngeha xwe derkevin."