Nîqaşên li ser xalên qanûna çarçoveyî didomin 2026-08-10 18:50:52   ENQERE -  Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin bi axaftinên li ser xala 2’an a qanûna çarçoveyî didomin.   Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Piştî nirxandinên li ser qanûna çarçoveyî rûniştin bi pirs û bersivan berdewam kir.   Parlamentera DEM Partiyê yê Bedlîsê Semra Çaglar bi lêv kir ku ji bo bi dawîkrina pêvçûnan û avakirina zemîna hiqûqî gaveke dîrokî diavejin û wiha got: “Ew qanûn nikare hemû pirsgirêkan çareser bike lê dê pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd ku sed salan derveyî qanûnan hatiye hiştin re derî veke. Berpiryariya me hemûyan ew e ku deriyê aştiyê heta dawî vekin.”   Parlamentera DEM Partiyê yê Colemêrgê Oznur Bartin jî destnîşan kir ku aştiya mayinde ne tenê bi danîna çekan di heman demê de bi wekhevî û azadiyê mîsoger dibe û got: “Li pêşya me firsteke dîrokî heye. Aştî ne wateya ji holêrakirina cudahiyan e lê berovajî wê cudahiyan di nava wekhevî û azadiyê de bijîn.   Piştî axaftinan derbasî xala 2’yan bû û li ser xala 2’yan a qanûna çarçoveyî nîqaş û nirxandin berdewam dike.