Ji kolanên Amedê: Divê qanûn bê berfirehkirin 2026-08-11 10:03:28   Rojda Aydin Pelşîn Çetînkaya   AMED - “Qanûna Çarçoveyî” ku ji Meclîsê derbas bû. Jinên Amedê ku derbarê qanûnê de nirxandin kirin anîn ziman ku qanûn gavek girîng e û gotin, “Ji bo xalên kêm ên pêwîst jî divê gav bên avêtin û qanûn bê berfirehkiri.”   Di ser bangawaziya 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re du sal derbas bûn. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re di 5’ê Tebaxê de “Qanûna Çarçoveyî” ku hat Meclîsê, ji Meclîsê derbas bû.   Jinên Amedê têkildarî pêvajoyê axivîn û gotin gavên pêwîst bavêjin.   ‘Gavek erênî û girîng e’   Gulay Akgun: Qanûna ku hatiye Meclîsê gavek girîng e. Lê belê kêmasiyên wê zede ne û divê ev kêmasî bên temamkirin. Ev qanûna ku hat rojevê û ji Meclîsê derbas bû gavek erênî û girîng e. Ger ku em behsa demokrasiyê dikin, divê rewşa girtiyan jî bêdestgirtin.Divê hemû girtiyên siyasî bên bardan. Gelek hilbijêr hîn di girtîgehan de dîl tên girtin, wê demê em çawa behsa aştiyê bikin?  Dayikan bi salan ji bo zarokên xwe êşên mezin kişandin. Ligel vê yekê civakê pirgirêkên giran jiyan. Ji van pirsgirêkan herî zêde jî jin bi bandor dibin. Ev qanûn di çarçoveya aştiya civakî de gaveke girîng e. Ger ku em behsa civaka aştî û demoratîk dikin, kiryarên ku jinan qetil dikin divê pêşiya wan bê girtin. Ger ku qanûnek berfireh digirin dest, wê demê divê van hemû pirsgirêkan bigirin dest û pirsgirêkên civakî çareser bikin. Aştiya civakî bi vê pêkane. Ger ku pêvajoya aştiyê ya berê ji holê nehata rakirin, dê îro ev qas pirsgirêk derneketa hemberê me. Gavên ku îro hatine avêtin divê kêmasiyên wan bên derbaskirin. Bingehek demokrasiyê divê bê avakirin.”   ‘Ewlehiya jiyanê hîn jî tuneye’   Perîhan Tuncay: Em dixwazin ku êdî bila tiştên xweş pêk bên. Em aştiyek mayînde dixwazin. Em naxwazin ku zarokên me êdî bên kuştin. Çareseriya pirsgirêka li welat bi aştiyek mayînde pêkan e. Em dixwazin êdî bila zarokên me jiyanek xweş bijîn. Em dixwazin hemû gel bila bi hev re bijîn. Cihaneke ku em karibin hemû bi hev re bijîn heye. Em vê yekê dikarin pêk bînin. Cihan têra me hebûyan heye. Niha ji Meclîsê qanûnek derbas bû. Em ji vê re kêfxweş bûn. Lê belê ev qanûn têr nake. Ger ku qanûn bê kêmasî pêk bên em ê karibin jiyanek bi hev re ava bikin. Em Kurd jiyanek aram dixwazin. Piştî ku ev pêvajo dest pê kir vir ve tu kesî jiyana xwe ji dest neda, dayik nagirîn. Lê ev qanûn têr nakin, kêm in. Qanûn ku divê bên derxistin hîn nehatine derxistin. Bila hêdî be jî van qanûnan derbixin. Em zanin ku ev hemû di rojekê de pêk nayên. Bila bi awayek bê alîgirî xal li vê qanûnê bên zêdekirin. Bila qanûn ku derbixin re zarokên me bikin bin parastinê. Bila tiştek bi zarokên me neyê. Dema ku em lê dinêrin li her deverê Kurdistanê tiryak û fuhuş hatiye belavkirin. Bila demildest dawî li vê yekê bînin. Dema ku ev polîtîqa ji holê bên rakirin, ji yaneke bi hev re jî misoger bibe. Ev yek jî bi pêkanîna aştiyê pêkane. Bila madeyên pêwîst demildest derbixin. Ewlehiya jiyanê hîn jî tune ye.   ‘Êdî dem dema avakirina aştiyê ye’   Fîkriye Çetîn: Ez aştiyê dixwazim. Ji bo jiyanek azad û aştiyane bê avakirin li dora maseyê kom bibin. Bila gelên Kurd û Tirk bibin yek. Em vî şer û zilmê dikarin bi hev re bidin sekinandin. Êdî dem dema avakirina aştiyê ye. Ji bo vê yekê ji xwe dereng hatiye mayîn. Divê ev pêvajo zûtir bihata avakirin.  Dema em lê dinerin bi hezaran girtî îro di girtîgehan de ne. Birêz Ocalan hîn di girtîgehê de ye. Zimanê me hîn qedexe ye. Ji bo van tu qanûn nahatiye derxistin. Divê qanûnên nû bên derxistin. Her tişt bi aştiyê pêkane. Ez dixwazim bi zimanê xwe awayek azad biaxivim. Çawa ku tirk bi zimanê xwe bi awayek azad diaxivin, em jî dixwazin bi awayek azad kurdî biaxivin. Em kurd in û em ê heta dawiyê xwedî li zimanê xwe derbikevin. Em dixwazin bila ziman û nasnameya me bê nasîn. Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Dema ku Serok azad be dê di şert û mercên azad de karibe aştiyê baştir ava bike.   ‘Aştî bi wekheviyê pêkane’   Hedîye Pehlîvan: Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê pêvajoyê divê hemû kes bibe yek. Îro hem di girtîgehan de û hem jî li derve zarokên me hene. Ji bo ku zarokên me bikaribin bên divê qanûnên pêwîst bên derxistin. Îro Serokê me hîn di nava çar dîwaran de tê girtin. Ji bo wî tu madde cih nagirin. Ger ku Serokê me bigihîje azadiya xwe dê pirsgirêk û qeyranên ku hene wê demê baştir bên çareserkirin. Aştî bi wekheviyê pêkane. Em dixwazin zimanê me bê naskirin. Ji bo statûya zimanê me tu xal di vê qanûnê de cih nagirin. Em bi zimanê xwe hene. Di xalên nû yên vê qanûnê de cih bidin vê yekê jî em ê bikaribin bi hev re aştiyê pêk bînin.