Gulîstan Karadag hat qetilkirin: Bila kiryar bên cezakirin 2026-08-13 10:35:58   Rojda Aydin    AMED - Dayika Gulîstan Karadag a ku li navçeya Rezanê di rewşeke gumanbar de jiyana xwe ji dest dabû Kadriye Karadagdiyar kir ku keça wê berê rastî gef, destavêtin û îşkenceyê hatibû û da zanîn ku wan gelek caran ev mijar ji polîsan re ragihandine. Kadriye Karadağ bi gotina "Wan zarokên me kaş kirin nava vê qirêjiyê" xwest ku sûcdar bên cezakirin.   Di 10'ê Tebaxê de, cenazeyê Gulîstan Karadağ (31) bi awayekî gumanbar li zeviyeke li taxa gundewarî ya navçeya Rezan a Amedê hat dîtin. Li gel lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin kesên bi navê, L.A. û A.E. yên ku berê hatibûn binçavkirin, piştre hatin girtin.   Hat îdiakirin ku Gulîstan Karadag ji aliyê çeteyên trakfiroş ve hatiye kuştin û beriya wê jî rastî îşkence û destavêtinê hatiye. Li gorî agahiyan, Gulîstan Karadag berê ji aliyê kesekî nenas ve bi kuştinê hatibû tehdîdkirin û malbata wê gelek caran serî li muduriyeta polîsan dabû, lê  ev serlêdan bêencam mabûn.   Dayika Gulîstan Kardag Kadriye Karadağ, ji ajansa me re derbarê rewşa keça xwe de axivî.   ‘Zarokên me kirin nava torên qirêj’   Kadrîye Karadag, anî ziman ku keça wê beriya bê qetilkirin çûye Amedê cem xwişka xwe û piştre hatiye qetilkirin û got, “Keça min tiryak bi kar dianî. Lê nizanim ku kê keça min kir nava vê tora qirêj. Keça min gelek caran winda bû û ez gelek caran çûm muduriyeta polîsan û min serlêdan kir ji bo keça min bibînin. Min ji polîsan re got, ‘ez dixwazim hûn keça min bibînin.’ Ji min re gotin, ‘em ji bo keça te çi bikin, hertiş serbest bûye ji bo mirovan.’ Min ji wan re got, ‘hûn dibêjin em dewletin çima vê pirgirêkê çareser nakin. Çima van çeteyan nagirin?’  Ji ber tiryakê zarokên gel hemû ketine vê rêya qirêj. Jiyana zarokên me tune kirin. Em zarokên xwe tînin dinyayê û kesên wiha tên wan dikin rêyên qirêj. Dema ku ez bi polîs re axivîm serê xwe ji telefonê ranekir û li me jî nenêrî. Ev çete bi zanebûn bera nava civakê dane û zarokên me hemû xistin nava vê qirêjiyê.”   ‘Ew çawa tiryakê peyda dikin?’   Kadrîye Karadag a ku got “Dibêjin bila zarokên we nebin mirovên normal û  ber bi torên qirêj ve dibin”, bi lêv kir ku zarokên wan bi zanebûn dixin vê rêyê. Kadrîye Karadag wiha domand, “Xwezî keça min îro di nav karê siyasetê de bûya û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest bidaya. Em ê serbilindtir bûna. Min ne dixwast ku keça min biketa vê rêyê. Dewletê zarokên me xistin van rêyên xirap. An na van çeteyan wê çawa tiryak bianîna nav bajêr. Ger ku pereye mirov tunebe mirov nikare sîmît jî bikire. Lê ew zarok çawa tiryakê peyda dikin? Dewlet çavên xwe ji vê yekê re digire. Zarokên me bi tiryakê dikujin. Ez ji polîs re dibêjim rewş wiha ye, polîs dibêje ‘here ji Erdogan re bêje.’ Ez ê wî li ku bibînim û bêjim.”   ‘Kesekî gef li keça min xwar!’   Kadrîye Karadag destnîşan kir ku kesekî hertim gef li keça wê xwariye û wiha pê de çû, “Ji keça min re gotiye, ‘ez ê te bikujim.’ Keça min negot ku ev kes kî ye. Keça min tirsiya bû, nikaribû bigota. Hevalên van çeteyan hene ku bi awayek hêsan tiryakê peyda dikin. Keça min kuştin. Ez nizanim ew jî çete ne an na. Ez dixwazim kiryarên keça min bila bên dîtin û cezakirin. Heta ku cezayê giran nedin kiryaran ez ê nesekinim. Ez gelek caran çûm emniyetê ji bo keça xwe. Dema gef li keça min dihat xwarin jî ez çûm. Lê belê kesî alîkariya me nekir. Kesî guh neda me. Bila edalet cihê xwe bibîne. Êdî bila jin û ciwan neyên kuştin. Bila destên xwe ji ser zarokên me vekişînin. Em li ku dinerin ciwan tiryakê bi kar tînin û ne li ser hişê xwe ne.”   ‘Keça min kuştin’   Kadrîye Karadag da zanîn ku keça wê dema 14 salî bûye ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hatiye zewicandin û bi salan e ji kesê pê re hatibû zewicandin ji ber tundiya lê dihat kirin vegqetiya bû. Kadriye Karadag wiha dirêjî da axaftina xwe, “Keça min 14 salî bû ji aliyê bavê xwe ve bi zorê hat zewicandin. Piştî ku zewicî şûnde kesê pê re zewicî tundî lê dikir. Keça min ji ber tundiyê du zaroên wê yên cêwî mirî jê re bûn. Ji ber tundiyê laşê keça min hemû mohr dibû. Kurê min jî niha ji ber tiryakê di girtîgehê de ye. Keça min demek dirêje tiryakê bi kar tîne. Ji bo keça min gotin ‘em ê te bikujin’ û waye keça min kuştin. Keça min kuştin û avêtin kolanê. Heta ku ez saxbim ez ê li pey doza keça xwe bim.”   ‘Beriya ku bê kuştin îşkence lê kirine’   Kadrîye Karadag da xuyakirin ku piştî keça wê hatiye kuştin cenazeyê wê birine morgê û dîtine ku di bedena wê de şopên îşkenceyê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku keça min hat kuştin cinazeyê wê birin morgê. Di morgê de me dît ku laşê keça min hemû mohr bûye. Beriya ku qetil bikin îşkence li keça min kirine. Ji ber tavê rûyê keça min şewitî bû. Bila êdî jin neyên kuştinê. Ez heta dawiyê li pey doza keça xwe me. Bila keça min bibe ya dawî.  Bila jinek din neyê qetilkirin. Bila van çeteyan bigirin û ji nav zarokên me derxînin. Heyfa xezala min.”