Dosyaya Rojîn Kabaîş: Polîsên ku dê rapor lêkolîn bikira çûne şahiyê 2026-08-14 18:39:42   Oznûr Deger         NAVENDA NÛÇEYAN – Hat îdiakirin ku polîsên  ji bo dosyeya Rojîn Kabaiş hatibûn erkdarkirindi nav de Serokê Şaxa Cinayetê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Wan çar roj piştî dîtina cenazeyê wê, li şûna lêkolîna li ser prosedurên di pêvajoya tibba edlî de pêk hatibûn, çûne cihên şahiyê.   Me derbarê lêkolîna berdewam a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve derbarê dosyeya Rojîn Kabaiş de hatiye destpêkirin, agahiyên nû bi dest xistin.   Polîs di bedela lêkolînê de çûne şahiyê   Li gorî idiayên polîsekî ku di Şaxa Cinayetê ya Midûriyeta Emniyetê Wanê de kar dike, piştî dîtina cenazeyÊ Rojîn Kabaiş di 15’ê Cotmeha 2024’an de, tîmeke taybet di 17’ê Cotmeha 2024’an de ji wê şaxê ji bo Stenbolê hatiye erkdarkirin ku piştrast bikin ka prosedurên hiqûqî übijîşkî û nimûneyên hatine komkirin bi awayekî rast tên nirxandin an na. Îdîayek derket holê ku ji aliyê kesekî ku xwe wekî polîs dida naskirin ve bi rêya peyamekê ji hesabê medyaya civakî ya Komîsyonên Hiqûqê re hatibû şandin. Di wê peyamê de dihat gotin ku di wê tîma taybet de ku Serokê Şaxa Cinayetê Y.A. jî tê de bû du personelên bêyî tecrûbeya di warê lêkolînên tawanên giran û cinayetan de jî cih digirtin. Her wiha hat îdiakirin ku van personelan, dema ku ji bo peywirê li derveyî bajêr bûn, li ser medyaya civakî parvekirinên ji cihên şahiyê dikirin û bi vî awayî pêvajo bi hestiyariya sazûmanî ya pêwîst bi rê ve nebirine.   Polîs piştî cenaze bi 4 rojan çûne şahiyê   Di 19’ê Cotmeha 2024’an de ango çar roj piştî dîtina cenazeyê Rojîn Kabai wêneyên ku ji aliyê polîsên ji bo nirxandina karûbarên hıqûqî û bijîşkî hatibûn erkdarkirin ve li cihekî şahiyê hatibûn kişandin, bi rêya peyamekê hatine parvekirin.   Di vê navberê de, Komîsyonên Edaletê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal daxuyanî dan û diyar kirin ku pêwîst e derbarê wan îddiayan de lêkolîn were kirin.