Li Êlihê civîna gel hat lidarxistin 2026-08-16 16:12:20   ÊLIH - Di çarçoveya Pêvajoya Civaka Demokratîk de li Êlihê civîna gel hate lidarxistin. Gulîstan Sonuk di civînê de axivî û got, "Her tişt ne wekî ku tê xwestin e û pirsigirêk jî hîna çareser nebûye . Divê em xebat û rêxistinbûna xwe xurt bikin."    Li Êlihê di pêşengiya Komeleya Kesên ku Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê Winda Kirine a Piştevanî, Yekitî û Çandê (MEBYA DER) û Komeleya Piştevaniya Bi Xizmên Girtî û Hukumxaran re (TUAY-DER), bi armanca nîqaşkirina Pêvajoya Civaka Demokratîk û guhdarkirina pirsgirêkên gel, li Taxa Şafak a Êlihê civîna gel lidar xist. Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Arkaş û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk a ku qeyim li şûna wê hate tayînkirin, weke axaftvan beşdarî civînê bûn.   Li salonê posterê mezin ê Rêber Apo hate vekirin û pankartên “Dîtina Rêber Apo hinceta me ya têkoşînê ye”, “Di şopdariya şehîdan de ber bi rêbertî û civaka azad”, “Bi rêbertiya azad ber bi civaka demokratîk” û “Bi çalakiya azadiyê ber bi civaka komünal” hatin daliqandin. Civîn ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.   Gulistan Sonuk diyar kir ku bi saya Rêber Apo pirsgirêka Kurd hate vê qonaxê û destnîşan kir ku bi aktoriya Rêber Apo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bûye û got, “Divê em xebatên xwe û rêxistinbûna xwe hîn zêdetir bikin. Rêbertî hewl dide Tirkiyeyê demokratîk bike, em ê jî xebatên entegrasyoneke demokratîk bimeşînin. Em ê xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin.”   Piştî axaftinan, civîna gel ji çapemeniyê re girtî dom kir.