ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2026'AN 2026-08-17 09:00:00       *Endama MYK'a DEM Partiyê Ozlem Gunduz, derbarê "Qanûna Çarçoveyî" de axivî û diyar kir ku herçend kêmasiyên qanûnê hebin jî gaveke girîng e û her wiha anî ziman ku divê karê ewil ê wê lijneya piştî ketina meriyetê ya qanûnê  statuya Abdullah Ocalan be. DÎMEN HEYE   *evjîna İkram Mihyaz ê ku di 5'ê Tîrmeha 1994'an de li Îzmîrê bi zorê hat windakirin û piştre hat kuştin Azîze Mihyaz, diyar kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê pêvajoya şînê dirêj dikin û got: "Bila kujer bên eşkerekirin. Heta em bi sûcdaran re rûbirû nebin, em nikarin şîna xwe bi temamî bi dawî bikin." DÎMEN HEYE   *Parêzer Berfu Uluyol ku li ser qanûnA derbarê zarokan de şîrove kir, xizanî, tundî, pirsgirêkên perwerdehiyê û mekanîzmayên parastina dewletê yên nebaş wekî faktorên ku zarokan ber bi sûc ve dibin destnîşan kir û got, "Li şûna cezakirina zarokan, pêdivî ye ku zarok werin parastin, xizmetên şêwirmendiyê werin dayîn û demek dirêj ev xizmet werin şopandin." DÎÊMEN HEYE