Dê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê sibê li Cizîrê şîn were danîn 2026-08-25 11:10:53   ŞIRNEX - Li Cizîrê dê sibe ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane şîn bê danîn.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê dê sibe li ber avahiya DEM Partiyê ji bo Şehîdên Tevgera Azadiyê yên di cih û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane şîn were danîn.   Şîna ku dê bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê were danîn dê sibe saet 09.00an dest pê bike û 3 rojan berdewam bike.   Di roja 3yemîn a şînê de dê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê merasîma bîranînê were lidarxistin.