Li Hesekê û Zirganê çalakiyên ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî 2026-09-02 14:54:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Hesekê û Zirganê bi çalakiyan daxwaza naskirina fermî ya zimanê kurdî kir. Şêniyan da zanîn ku divê biryara Wezareta Perwerdeyê bê rastkirin û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.   Li Hesekê û Zirganê ji bo şermezarkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya girêdayî mijara zimanê kurdî li dibistanan û dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de, çalakî hatin lidarxistin.   Li Hesekê, Peymangeha Amadekirina Mamosteyan bi beşdariya bi dehan mamosteyan, çalakiyeke hunerî organîze kir. Beşdarên çalakiyê pankartên “Zimanê kurdî nasnameya me ye”, “Zimanê kurdî dîrok e” û “Bê ziman jiyan nabe” rakirin.     Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê komên hunerî yên girêdayî Peymangeha Amadekariyên Mamosteyan stranên kurdî pêşkêş kirin.   Çalakî bi berzkirina sloganên girêdayî girîngiya zimanê kurdî bi dawî bû.   Li bajarê Zirganê jî bi sedan şênî daketin qadan û meşek li dar xist. Meş ji pêşiya Firina Jinan bi rakirina pankartên “Zimanê me nasnameya me ye”, “Ez ji bilî zimanê kurdî tu zimanên din naxwazim” û “Perwerdeya bi zimanê kurdî mafekî rewa ye” dest pê kir.   Piştî ku meşvan gihîştin Çerxerêya Şehîd Dijwar, meşa xwe veguherand mîtîngê. Di mîtîngê de piştî deqeya rêzgirtinê endama Rêveberiya Dibistanan a Zirganê Ruha Hac Elî axivî û da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye.   Ruha Hac Elî daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê kir ku biryara girêdayî zimanê kurdî rast bike. Ruhayê destnîşan kir ku dayîna 3 dersan di hefteyekê de têrê nake, wê demê xwendekar nikarin xwendina xwe ya qonaxên navîn û amadehî bi zimanê xwe yê dayikê bidomînin.   Ruhayê da zanîn ku zimanê kurdî ne tenê alaveke dan û stendina rojane ye, ew faktoreke esasî ya nasnameya dîrokî ya şarestaniyên li Rojhilata Navîn e.   Meş bi berzkirina sloganên şermezarkirina înkara zimanê kurdî bi dawî bû.