Danasîna belgefîlma ‘Bûka Baranê’ ya derhêner Dîlek Gokçîn hat kirin 2026-09-03 20:42:30   ENQERE - Navenda Anatolyayê bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna belgefîlma Bûka Baranê hat kirin.   ‎Komeleya Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliyayê,  Bi tevlibûna derhêner Dîlek Gokçîn danasîna  belgefîlma wê ya bi navê Bûka Baranê hat kirin. Gelek hunerhez bi malbatên xwe re tev li bernameyê bûn.   ‎Belgefîlma Bûka Baranê (2013) yekem belgefîlm a derhêner Dîlek Gokçîn e. Di belgefîlmê de qala gundê Befircan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê de di sala 1989’an de wêneyekî xwendevanên dibistanê tê kişandin, dike. Mijara jiyana van xwendevanan a bişaftin, şêr û pevçûna Kurdistanê yên ku di salên 90î de ji aliyê dewletê ve tê meşandin, tê vegotin.   ‎Bername bi pirs û bersivandina li ser vê belgefîlmê dawî bû.