Mîhrîcana ku diyarî pakrewanan hat kirin dest pê kir 2026-09-05 09:56:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo 34’emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya bi dirûşma "Bi Rêbertiya Azad ber bi Civaka Demokratîk", ji bajarên cuda yên Ewropayê Kurdistanî û dostên wan li Dortmundê tên ba hev. Mîhrîcan diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hat kirin.   Bi pêşengiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), ji bo mîhrîcana ku diyarî pakrewanên têkoşîna azadiyê hatî kirin gelek kes ji saetên siharê ve tên qadê.   Piştî kontrolên ewlekariyê jin, ciwan û zarok bi cil û bergên herêmî û bi flamayan diçin qada mîhrîcanê.   Li nuqteyên cuda yên mîhrîcanê govend tê gerandin, gelek kes bi otobus û wesayîtan beşdar dibin.   Girseya ku li benda destpêkirina bernameyê ye, li qadê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz dikin.   Li qada mîhrîcanê gelek stand hatine danîn.