Aygul Kapçak: Gelê Kurd xwedî li banga 27’ê Sibatê derdikeve 2026-09-06 09:03:34   ÎZMÎR - Aygul Kapçak ku piştî girtina 32 salan şûnde hat tahliyekirin, da zanîn ku  banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina jiyaneke nû çarçoveyek esas derdixe holê û wiha got: “Li dora serokatiyê hatina gel hev, mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e.”   Piştî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de kir şûnde pêvajo hat asteke nû.  Aygul Kapçak ku piştî 32 sal girtinê di 10’ê Hezîranê de hat tahliyekirin, pêvajo, nirxên bi têkoşînê hatine afirandin û perspektîfa jiyana nû ya ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê nirxand.   ‘Bi pêvajoyê re hêviyek nû afirî’   Aygul Kapçak da zanîn ku pêvajo di demeke ku xitimînek mezin dihat jiyîn de hatiye destpêkirin û got: “Me di girtîgehê de ev pêvajo pêşwazî kir. Li Tirkiyeyê ku xitimînek mezin dihat jiyîn, pêvajoya aştiyê û hêviyek nû afirî. Dîmenên li meclîsê, nêzîkatiya MHP û Behçelî ya li hember DEM Partiyê, piştre bangê hatin kirin û banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê. Çarçoveya esas ev e. Divê li ser vê çarçoveyê avakirin pêk bê û pêvajo bê mezinkirin û hûnandin.”   ‘Gel xwedî li banga 27’ê Sibatê derdikeve’   Aygul Kapçak di berdewamiyê de anî ziman ku banga 27’ê Sibatê deklerasyone û bang her tiştî dihewîne. Aygul Kapçak wiha anî imzan: “Bang, dîrok, têkoşîn û rastiya serokatiyê dihewîne. Ya girîng ev e ku li ser vê avakirin pêk bê. Divê banga 27’ê Sibatê baş bê fêmkirin. Ji ber van rojan li dijî pêvajoyê bi zanebûn dijkampanya û dijpropagada li hember pêvajoyê heye. Berovajî vê em dixwazin ev baş bê fêmkirin. Ev li dijî têkoşînê bi zanebûn tên kirin. Bi tena serê xwe nînin. Em dizanin. Gelo kî ji van fêdeyê digire û kî bi van re tevdigerin. Lê divê bê zanîn ku gelê Kurd xwedî hişmendiye. Gelê Kurd xwedî li banga serokatiyê derdikeve.”   ‘Em ê xwedî li nirxên xwe derkevin’   Aygul Kapçak di berdewamiyê de li ser navê kesên ku têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine aşkerakirin sekinî û wiha vegot: Tevgera azadiyê fedayiyên nemir, nirxên têkoşînê û şehîdên xwe vegot. Bi vê pêvajoyê re bilind bûn, pêkhatina avabûnê gelek watedare. Rêya me hemûyan rêya wan e. Ji ber ya me têkoşîna azadiyê ye. Me nedixwest em di vê rewşê de bin. Qedera erdnîgariya me ev e. Gelê me seranserê dîrokê ji bo hebûna xwe têkoşîn daye. Ji ber vê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin. Em ê xwedî li rastiya xwe li zarokên xwe derkevin.”   ‘Di her gotina bangê de wateyek nû heye’   Aygul Kapçak daxuyakirin ku têkoşîn têkoşîneke 100 saliye û wiha pê deçû: “Di duyemîn sedsalê de divê her tişt ji nû ve bê avakirin û fêmkirin. Divê nirxên têkoşînê bên vekirin û fêmkirin. Her kesê fêm bike wê bibîne jiyanek çawa mezin hatiye afirandin, dîrokek çawa mezin hatiye afirandin. Yên fêm nekin jî wê biçûk bimînin û  ji rastiyê dûr bin. Karê me heta dawiyê vegotine. Tevî ku banga 27’ê Sibatê ya serokatiyê rupeleke, her hevoka wê wateyên berfireh dihewîne.”   ‘Serok gav avêt û pêşiya tevgerê vekir’   Aygul Kapçak destnîşan kir ku pêvajo kelecanê dide û wiha domand: “Rastî û heqîqet li her derê ye. Despêka pêvajoyê de fikarên me hebûn. Me got wê wek pêvajoyê din be? Gelo wê pêvajo dîsa vala bê derxistin? Gelo wê ji tevgera Kurd, PKK’ê çi bipên? Di van nokteyan de fikarên me hebûn. Lê ya girîng avêtina wê gavê bû. Ew gav hat avêtin. Serokatiyê ev gav avêt, pêşiya tevgerê vekir.”   Aygul Kapçak der barê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî nirxandin kir û wiha got: “Bê guman em gelê Kurd dixwazin serokê me azad bibe. Em azadiya wî ya fîzîkî dixwazin. Ev ji bo me esasa têkoşînê ye.  Li dora serokatiyê hatina gel hev mafê herî xwezayî ya gelê Kurd e. Em ji bo serokatiya xwe û hemû hevalên xwe azadiyê dixwazin.”