Piştî doktor Jiyan: Têkoşîna wê nexşerêya me ye 2026-09-10 14:34:40   Bêrîtan Bulut   ÊLIH - Xwişka Dr. Jiyan Çiya ya ku di sala 2019an de jiyana xwe ji dest da Hurriyet Kaytar, diyar kir ku xwişka wê bi têkoşîna xwe ya 27-salan tiştekî gelek biqîmet afirandiye û got: "Wekî malbata wê, em ê rêya wê bişopînin û hewl bidin ku xwedî li mîrateya wê derkevin."   Çalakiyên bibîranînê yên ji bo kesên ku di dem û cihên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, di bin pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekîtî û Çandê ya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Windakirine (MEBYA-DER) de berdewam dikin. Hürriyet Kaytar derbarê xwişka xwe Dr. Jiyan Çiya (Saliha Kaytar)  ya ku di sala 2019’an de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe jı dest da, ji ajansa me re axivî.   ‘Em ê hewl bidin ku layiqî têkoşîna wê bin’   Hurriyet Kaytar  bal kişand ser wê yekê ku mirov dikare rêya jiyana xwe li ser bingeha şopên zaroktiya xwe diyar bike û got: “Ew hevaleke wiha bû ku nêzîkî 27 salan xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kiribû. Ew pêşengeke pabendbûn û tevlîbûna me ya dilsozane ya di nava tevgerê de bû. Wê rê ji me re vekir û cesaret da me. Ez bawer dikim ku wê di wan 27 salan de tiştên hêja afirandin û li wan qadên ku lê xebitî û ked da, şopeke mayinde hişt. Wekî malbata wê, em ê hewl bidin ku em layiqî mîrateya wê bin û wî nirxî zindî bihêlin. Gava em ji hevalên wê yên cuda çîrokên derbarê wê de dibihîzin, em jî aliyên cuda yên kesayetiya wê nas dikin û keşf dikin. Me dayika xwe sê sal berê winda kir; wê her tim Jiyan wekî dema ku di bîst saliya xwe de bû, bi bîr dianî. Her gava ku behsa wê dikir, wê behsa wê ruhê têkoşînê dikir ku Jiyanê ji zaroktiya xwe ve bi xwe re hildigirt. Ev yek nîşan dide ku mirov bi rastî dikare bi rêya şopên zaroktiya xwe, nexşerêya jiyana xwe diyar bike. Gava mirov ji perspektîfa îro lê dinêre, ew ji bo me kesayetiyeke xwedî nirxeke mezin e.”   ‘Bihevrebûnê êşa me sivik kir’   Huriyet Kaytar,  anî ziman ku ew ê xwedî li wan nirxên ku xwişka wê ya mezin Jiyan temsîl dikirin derkevin û wiha got: "Ruhê piştevaniyê û rehetiya hembêzkirina hevûdu di van du rojên borî de, bêguman cesareta me xurt kir. Ev yek berevajiyê wan hestên me bû ku dema me agahî di rewşeke tenêbûnê de wergirt, me hîs kiribûn. Em têkiliyeke tevlihev a hestan jiyan û xemgîniya xwezayî li gel wê hêza ku ji bihevrebûnê û rêzgirtina li wan nirxên kûr ên ku wê temsîl dikirin, dihat wergirtin. Vê yekê em bi serbilindî û hesta rûmetê tijî kirin. Di van du rojên borî de, me hîs kir ku êş hinekî sivik bûye. Ez dikarim bi tekezî bibêjim ku ew piştevaniya me bi malbatên din re kir, hembêzkirin û bihevrebûna me piştî bihîstina agahiyê, alîkariya sivikkirina xemgîniya me kir. Ew hem ji bo min û hem jî ji bo her endamekî malbatê, wekî rêber û nexşerêyekê ye. Her kes dê li pişt doza wê bisekine û hewl bide ku li gorî mîrateya wê bijî. Tevî kêmasiyên carcaran an pirsgirêkên biçûk jî malbat dê pabend bimîne bi parastina wan nirxên ku wê ava kirine."